Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Ji bo Berkîn Elvan dê keşif bê kirin!

 9’emîn danişîna doza polîsê Berkîn Elvan di buyerê Parka Gezî de bi fişeka bombeya gazê kuşt, li 17’emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê biryar da ku di 10’ê nîsanê de li cihe bûyerê keşif bê kirin

Di bûyerê Parka Gezî de Berkîn Elvan dema ji malê çû nan bistîne li kolanê bi fîşeka bombeya gazê ya polîsan birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû. 9’emîn danişîna doza polîs Fatîh Dalgali yê  Berkîn Elvan kuşt, li 17’emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.  Polîsê bersûc bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Dîsa parêzerê aliyan li salona dadgehê amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Ahmet Şik, Musa Pîroglu, endamê MYK’ê yê EMEP’ê Levent Tuzel, dayika Hasan Ferît Gedîk ê di bûyerê Geziyê de jiyana xwe ji dest da Nuray Meray, Dayikên Şemiyê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li salonê amade bûn.

Danişînê bi şahidiya polîs Bayrak Gozukara dest pê kir. Gozukara bi rêya SEGBİS’ê şahidî kir û îfadeyên berê dubare kir. Piştre polîsê şahid Hasan Pekşen jî şahidî kir û îfadeya berê dubare kir. Piştre parêzerê bersûc Fatîh Dalgali parastin kir û diyar kir ku wî bi nivîskî parastin pêşkêşi dadgehê kiriye.

Parêzerê Malbata Elvan Prz. Can Atalay jî bertek nîşanî helwesta heyetê ya li salonê da û wiha got: “Hûn bi lîstina telefona di destê xwe de nikarin mejiyê xwe rehet bikin.” Prz. Atalay anî ziman dayika Berkîn Elvan ê hat kuştin Gulsum Elvan di çalakiyekê de destê wê di êrişa polîsan de ji 2 cihan şikest û walî destûr nedaye der barê polîs de lêpirsîn bê vekirin û wiha got: “Piştre der barê polîs de biryara bê şopandine hat dayîn. ”

Dagehê biryara keşifê da

Prz. Atalay, piştî xwest li cihê bûyerê ji nûve ve keşif bê kirin. Heyeta dadgehê piştî navber da, biryar da ku di 10’ê nîsanê de li cihê Elvan lê hatiye kuştin ji nûve keşif bê kirin û danişîna dozê taloqî 8’ê gulanê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar