Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ji bo berxwedanê fîrar kirin

Komek ji şervanan ku ji yekîneyên xwe yan jî ji nexweşxaneyê fîrar kirin û ji bo tev li Berxwedana Rûmetê bibin berê xwe dan Serêkaniyê, qala serpêhatiya xwe kirin. Di nava wan de kurd hebûn, ereb hebûn, enternasyonalîst hebûn

Mûstafa Çoban |

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belasebep navê ‘berxwedana rûmetê’ li berxwedanê nehat kirin. Xwedî wateyeke kûr bû. Her roj bi sedan destan dihate afirandin. Mîna rewşeke awarte bû.

Mîtan Qamişlo, Dogan Mele Gazî, Rizgar Ereb, Cano Sebrî, Nêçirvan Êzidî, Andok Cotkar, Riyad Qamişlo, Haci Qamişlo, Demhat Ekla, Baran Rizo, Têkoşer, Herekol Qamişlo, Êvan Qamişlo û Can Arap. Û hîn gelek fedayiyên ku navê wan nayê zanîn… Rûmet li Berxwedana Rûmetê zêde kirin. Ji Qamişloyê, ji Dêra Zorê, ji Şengalê, ji Almanyayê heta Swêdê ji gelek etnîkan hatin. Biyanî bûn lê hest û armancên wan yek bû. Di rê de hev nas kirin. Di demeke kurt de bi hev ve hatin girêdan ku di ber hev re dikarîbûn canê xwe bidin.

Endamên vê koma fîrariyan Mîtan Qamişlo û Herekol Qamişlo ji Ajansa ANF’ê re qala serpêhatiyên komê kirin.

Pêşengê komê Mîtan Qamişlo diyar kir ku dema ku êrîşa li ser Serêkaniyê dest pê kiriye ew di perwerdeyê de bûye û wiha got: “Perwerdeya leşkerî li ber qedandinê bû. Min xwest ku biçim nava yekîneya xwe. Gotin ‘Li wir ji xwe heval hene’.

Lê belê min tenê rojekê karîbû îdare bikira. Piştî rojekê min fîrar kir û hatim Qamişloyê. Di rê de li hevalên xwe geriyam. Beriya her tiştî hevalên min ên şervan bûn ku min ew di pêngavan de nas kir. Ez bi gelek ji wan re axivîm û min got, em biçin Serêkaniyê.

Min hevalê Cano dît. Hevalê Cano ji yekîneya xw eya leşkerî ya li Dêrikê fîrar kiribû û hatibû. Wî jî dixwest biçe Serêkaniyê. Me hev dît. Min li wir birayên Cano Can û Riyad jî dît. Her sê jî li nava refên YPG’ê bûn. Piştî ku bihîstin em ê li hev bicivin û biçin, hevalên din jî hatin.

Hevalekî bi navê Demhat hebû, ew jî hat. Em li mala hevalê Can li hev kom bûn.

Ji Şengalê jî 2 şervanan fîrar kiribûn û hatibûn. Hevalek geriya û got, ‘Du heval hene dibêjin em ê biçin Serêkaniyê’. Me ew jî dît û got, ‘Hûn çi dixwazin?’ Wan jî gotin, ‘Me fîrar kir em dixwazin biçin Serêkaniyê’. Me jî got, ‘Me jî fîrar kiriye, werin em bi hev re biçin’.

Hevalê Dogan hebû, berê di pêngava Minbicê de birîndar bûbû. Hevalekî gazî bû, çavekî xwe winda kiribû. Piştî ku bihîst em ê biçin, bi wî halê xwe yê birîndar ji malê reviya bû û hatibû.

Hevalê Baran hebû, berê tev li karên leşkerî bûbû û birîndar bûbû. Birîna wî hîn giran bû, ew jî hatibû.

Hevalekî swêdî hebû bi navê Nêçirvan Êzidî. Berê weke koma enternasyonala hatibû Rojava, tev li pêngavan bûbû. Li me geriya û got, ‘Hûn ê biçin Serêkaniyê, li benda min jî bisekinin’.

Min hevalê Andok Cotkar (Konstantin Gedig) nas dikir, kedkarê tenduristiyê bû. alman bû. Her du hevalên enternasyonalîst tev li me bûn.

Botan, Rizgar, Herekol jî ji yekîneyên xwe fîrar kiribûn û hatibûn. Heval Êvan û Cano jî bi hev re hatibûn. Êvan xalê Cano bû.

Fîrarî bi rê ketin

Koma me bi vî rengî li hev kom bû. Armanca hevalan hemû yek bû. Hevalan digotin ‘Koma Fîrariyan’ û bi vî rengî henek bi hev dikin. Koma Fîrariyan weke fedayiyên Qamişloyê wê biçûna Serêkaniyê.

3 rojan em li Qamişloyê li malekê man, me amadekariyên xwe kirin.

Piştre çûn Hesekê. Me ji hevalan re ragrihand ku dixwazin biçin Serêkaniyê. Piştî ku ji me pirsîn bê em ji ku hatine, ji ku ne? Me jî got em hemû fîrarî ne.

Wê demê hevalên Berzo, Îmad û Omer jî ji yekîneyên xwe fîrar kirin û hatin tev li me bûn. Piştî ku hejmara me zêde bû me biryar dan ku bi du koman biçin. Em xwe ji gel vedigirt, ji bo dewleta tirk li wan nexe.

Koma din dema ku gihîşt Serêkaniyê bû hedefa êrîşê, lê bi selametî gihîşt.

Wê demê hîn jî gelek heval li me digeriyan û digotin, ‘Em jî dixwazin werin, hûn çima li benda me neman’.

Wê dayikê gelekî bandorê li min kir

Hevalên ku pê dihesiyan dihatin Hesekê. Serêkaniyê dorpêçkirî bû. Em derbasî Serêkaniyê bûn û çûn gel hevalan. Bi du koman em tev li eniyê bûn. Gelek balafirên şer û keşfê hebûn.

Dema ku em ji mala hevalê Riyad derketin dayika wî her sê zarokên xwe jî şand. Me bi zorê yek hişt. Dayika wan ji wan re got, ‘Li hevalên xwe miqate bin’ ku vê gotinê gelekî bandorê li min kir.

Dijmin nikarîbû ji bejahî ve bi pêş ve bê. Bi giranî ji hewayî ve êrîş dikir. Balafir, keşif, obus, her cûre çek bi kar dianî. Hêza çeteyan a pêşveçûnê tune bû. Xwe firotibûn. Ji bo pereyan hatibûn. Li hemberî hevalan nikarîbûn şer bikin. Balafir bi kar dianîn.

Andok Cotkar tam fedayiyek bû

Andok Cotkar personelekî tenduristiyê bû. Digot, ‘Çi dibe bila bibe ez dixwazim bi we re werim’. Lê belê rahişt BKC û got, ‘ez ê şer bikim’.

Rizgar jê re got, ‘cihê xwe bigire’. Hevalan operasyon dikirin, dijmin vedikişiya. Hevalan sê tax rizgar kirin û dijmin li paş ketibû. Gelek kuştî û birîndar da. Bi panzeran hatin. Hevalan bi roketavêjê panzer îmha kirin. Rizgar digot, ‘tedbîrê werbigire’. Andok hevalekî alman bû, Rizgar jî ereb bû. Ji ber wê yekê hev du baş fêhm nedikir. Andok bi BKC deket nava kolanê. Panzer hatibû îmhakirin, dijmin vekişiya bû. Bi wê kelecanê daket kolanê û li wan direşand. Balafir hatin lê dan. Andok şehîd bû.

Dijmin nikarîbû ji bejahî ve li hemberî wan hevalan şer bike. Du hevalên jin û Rizgar ji bo wergirtina hevalê Andok çûn. Balafiran li wan jî dan. Ew heval jî şehîd bûn. Balafir li wir gelekî tevdigeriyan. Panzerek wan hatibû îmhakirin, ji sê taxan hatibûn qewirandin. Ji ber bombardûmana giran a li wê derê sê heval şehîd bûn.

Ji bo hevalên ku di nava vê komê de şehîd bûn çi bê gotin wê kêm be. Heval hemû fedayî û şoreşger bûn.”

Êrîş li komê hat kirin

Endamê koma fîrariyan Herekol Qamişlo yê Ereb jî ev tişt anî ziman:

“Ji sala 2013’yan û vir ve di nava refên şoreşê de me. Tev li gelek şer û pêngavan bûm. Di dema êrîşan de li herêma Dêra Zorê di karên leşkerî de bûm. Ji bo destûrê hatibûm Qamişloyê. 2 roj mabû ku destûra min biqede. Hevalê Mîtan li Şehîd Rizgar geriya bû. Gotibû, ‘Em weke hêza Qamişloyê li hev bicivin û biçin Serêkaniyê’. Em ê weke fedayiyên Qamişloyê biçûna. Ez li fermandariya yekîneya xwe geriyam û min jê re got ku ez ê tev li şerê Serêkaniyê bibim. Wan qebûl nekirin. Tevî vê yekê jî tevî Şehîd Rizgar em çûn taxa Qudirbeq a Qamişloyê gel hevalê Mîtan.

Ez, Şehîd Rizgar û hevalê Botan ji heman gundî bûn. Em her sê bi hev re tev li gelek pêngavan bûbûn. Hevalên cuda jî hebûn. Em çûn Serêkaniyê. Di çûyînê de bi Şehîd Rizgar re me hinekî nîqaş kiribû; nedixwest ku ez biçim Serêkaniyê. Ji ber ku birayê wî Agît li ber çavên wî şehîd bûbû. Digot, ya ez jî şehîd bibim…

Ji me re dihate gotin, ‘Em bi du koman biçin, hûn komek li vir bimînin, eger li Qamişloyê rewşeke biqewime hûn ê li vir tev li eniyê bibin’. Ez îqna nebûm. Fermandarên koman Mîtan û Rizgar çûn. Piştre ez, şehîd Kendal û du hevalên ku me berê hev nas nedikir me nekarî îdare bike û me dan pey wan. Em 5 kes bûn. Ji bo teqwiyeya her du koman em çûn.

Li Hesekê astengî derkete pêşiya me. Hevalan nedixwestin ku em biçin Serêkaniyê. Lê belê me israr kir û ber bi Serêkaniyê ve em bi rê ketin. Di rê de li cihekî nêzî noqteya Heyva Sor a Kurd bombardûman li me hate kirin. Lê belê ev yek li pêşiya me nebû asteng û me dewam kir. Çi dibû bila bibûya me yê xwe bigihanda hevalên xwe.

Dema ku em gihîştin Serêkaniyê, yekane daxwaza min ew bû ku biçim gel Şehîd Rizgar û li gel wî şer bikim. Lê belê hîn bûm ku Rizgar li eniya herî pêş e. Hevalê Mîtan destûr nedida ku em biçin eniya herî pêş. Lê belê li cihekî stratejîk a li ser du kolanan serwer bi cih bûn. Digot ku em dikarin li vê derê bi rola xwe rabin.

Bi rêya cîhazê em bi Şehîd Rizgar re axivîn lê belê dijmin timî parazît dixist navberê. Çend caran jî em bi telefonê axivîn. Piştre hevalê Mîtan hişyarî da û got, ‘li ser telefonê cihê xwe ji hev re nebêjin’. Ji ber ewlekariyê bi rêya telefonê me nedikarî têkiliyê bi hev re deynin. Vê yekê bandor hinekî li moralê me kiribû. Lê belê me digot ku em bimirin jî birîndar jî bibin em ê heta dawiyê şer bikin.

Dema ku min hevalê Mîtan dît, min li Şehîd Rizgar pirsî. Ji min re got ku li eniyê ye. Min hevalek dît ku di heman koma Şehîd Rizgar de bû. Wî zanîbû ku şehîd ketiye, lê belê ji min re negot. Got ku tenê birîndar bûye û li ber xwe dide. Ez jî bi hesta tolhildanê tevî çar hevalan ketim nava êrîşê. Di wê êrîşê de ez jî birîndar bûm. Em çûn nexweşxaneyê.

Dema ku em diçûn Til Temirê di rê de min bihîst ku Rizgar şehîd bûye. Halbûkî gotibûn ku ew birîndar bûye. Rizgar li ser şopa hevalên xwe yên şehîd çû; bi serbilindî gihîşt armanca xwe.

Li wir tişta ku herî zêde bandor li min kir ruhê hevrêtiyê bû. Kurd, ereb, suryanî… Bê cudahî hevalan li eniyê cih digirtin û têdikoşiyan.

Li Til Temirê berxwedana me dewam dike. Çi dibe bila bibe em ê nehêlin ku dewleta tirk vê xakê dagir bike. Em ê herêmên dagirkirî jî ji dagirkeriya tirk rizgar bikin, azad bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar