Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo bîranîna Diyar Xerîb ji gerîlayan rêzeçalakî

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bo bîranîna endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li gelek herêman rêzeçalakî pêk anîne. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên hêzên wan ên li Colemêrg, Wan û Dêrsimê de yek jê serbaz û yek jî efser, gelek leşkerên artêşa tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên dawî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ji bo bîranîna endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di 5’ê tîrmehê de ji hêla artêşa tirk ve bi bombebaranê hatibû qetilkirin, rêzeçalakî pêk anîne.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di 5’ê tîrmehê de balefirên şer ên dewleta tirk a dagirker li Qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hevkariya sîxurên li herêmê êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê rêheval Helmet û hevrêyên me Şahîn û Dewran şehîd bûn. Hevrê Helmet di nava refên PKK’ê de 25 salan têkoşiya û di nav partiya me PKK’ê de xwedî cihekî girîng e. Hevrê Helmet ji bo azadî û yekitiya neteweyî ya gelê kurd hemû peywirên xwe yên şoreşger li ser xeta milîtaniya Apoyî domandiye û bûye xwediyê kedeke hêja.

Ev êrîş li dijî xeta Rêbertiyê û yekitiya neteweyî ya gelê me hatiye kirin. Hevrê Helmet, fermandarekî me yê pêşeng e û têkoşîna wî ya ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurdistanê têkoşîneke bi qîmet e. Dê teqez hesaba vê êrîşê were pirsîn a ku bi hevkariya sîxurên dewleta tirk hatiye kirin.

Li ser vî esasî em fermandarê mezin hevrê Helmet (Dîyar Xerîb Muhammed) û hevrêyên hêja şehîd Şahîn û şehîd Dewran bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û ji gelê kurd re dixwazin. Li hemberî vê êrîşa bêbext hêzên me ji bo bibîranîna rêheval Helmet, hevrê Şahîn û hevrê Dewran li gelek qadan li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine.

Serbazek û efserek hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me di 9’ê tîrmehê saet di 08.00’an de li du kamyonên leşkerî yên artêşa tirk a dagirker ku ji Rûbaroka Şemzînan a Colemêrgê diçûn qada Tepê Xwedê ya li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dan. Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hatiye îmhakirin û wesayîta din jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin serbazek û efserek hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê, artêşa tirk a dagirker bi obus, hawan û helîkopteran li qadê dane û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Li Geverê çalakiya bi bandor

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di 8’ê tîrmehê saet di 19.40’an de jî li qada Deriyê Cafer a Gever a Colemêrgê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Benda kontrolê bû hedefa gerîla

Artêşa tirk a dagirker ev demeke di têketina Qelqeliya Wanê de bendeke kontrolê ava dike. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ya ku li Botanê didome de, li polîsên ku ewlekariya vê avahiyê dikin, dan. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn. Hêzên me yên ku ev her sê çalakî pêk anîn, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Artêşa tirk a dagirker di 5’ê tîrmehê de di saetên serê sibehê de li gundê Berdereş, Babawa û Sêguza yên dikevin herêma Geliyê Doskê ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê, dest bi operasyonekê kiriye. Operasyona ku li herêmê hatibû destpêkirin hê jî didome.

Li Dersimê gerîlayek şehîd bû

Di 1’ê tîrmehê de jî artêşa TC’ê li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê dest bi operasyonekê kiribû. Di 2’yê tîrmehê de hêzên me di navbera zozanên Tokdag û Ovacikê de, rastî yekîneyeke dijmin hat û li vir şer qewimî. Di vî şerê dijwar de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Hevrêyekî me li dijî yekîneya dijmin heta guleya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Heman rojê saet di 17:30’an de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de hêzên me bi dijwarî li yekîneya dijmin xist. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Di 8’ê hezîranê de jî operasyona bi qismî ji herêmê vekişiya, kemînên yekîneyên veşartî ya li herêmê didomin. Dê piştre nasnameya hevrêyê me yê di operasyonê de şehîd bûye bi raya giştî re bê parvekirin.

Êrîşên hewayî

Artêşa TC’ê di 7’ê tîrmehê saet derdora 16:30’an de li derdora zozana Yunsûn a girêdayî navçeya Kirikhan a Hatayê êrîşeke hewayî pêk anî. Di vê êrîşê de tu ziyan bi yekîneyên me nebûne. Medyaya şerê taybet a TC’ê îdia kir ku di vê operasyonê de 3 hevrêyên me şehîd bûne lê ev nûçe derewe. Di şerê 2’yê tîrmehê de hevrêyekî me şehîd bû. Ji bilî vê tu windahiyên hêzên me nînin.

Di 9’ê tîrmehê de jî balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Stûna ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet di 09:00’an de li gel derdora gundê Şilane ya girêdayî herêma Metînayê, di saet 19.00’an de jî devera Xantûrê bombebaran kir. Di van bombebaranan de tu ziyan bi hêzên me nebûye lê ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar