Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji bo bîranîna komkujiya Amadû sînameyek nû tê çêkirin

Berdevka çavdêriya teknîkî ya şaredariya Amûdê Dorîn Deqorî diyar kir ku li Amûdê sînameyeke nû ava dikin û wiha got: “Armanca me bi avakirina sînemayê ew e ku em şehîdên di sala 1960’î de, di sînemaya Amûdê jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin.”

Li Amûdê ya Qamişloyê di 13′ê mijdara sala 1960′î de li sînemayê komkujiyek çêbû, di encamê de zêdetirî 280 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna komkujiya Sînemaya Amûdê, Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîna Fîlm a Rojvava dest bi avakirina avahiya sînemayê kirin. Berdevka çavdêriya teknîkî ya şaredariya Amûdê Dorîn Deqorî behsa avakirina sînemayê kir.

Dorîn Deqorî di destpêka axaftina xwe de kesên di Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Armanca me bi avakirina sînemayê ew e ku em şehîdên di sala 1960’î de, di sînemaya Amûdê jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin. Rûbera sînemaya nû hezar û 162 metre ye û lêçûna wê 346 hezar û 326 dolar e. Projeya avakirina sînemayê di halê hazir de di qonaxa yekê de derbas dibe û di demên pêş de qonaxên din jî hene ku em tê de kar bikin.”

Dorîn Deqorî da zanîn ku projeya avakirina sînemayê ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê û bi hevkariya Komîna Fîlm ya Rojava hatiye pêşinyarkiririn û wiha berdewam kir: “Avakirina sînemayê pêşniyara Komîna Fîlm a Rojava bû. Her wiha Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê û di bin çavdêriya Ofîsa Çavdêriya Teknîkî ya Şaredariya Amûdê ye. Avakirina sînemayê di 31’ê tebaxê de dest pê kiriye û niha em berdewam dikin. Ji bilî sînemayê, di nava avahiya sînemayê de em ê pirtûkxaneyek çêbikin û gelek beşên din wê werin avakirin di demên pêş de gelek tiştên xweş wê werin avakirin.”

Dorîn Deqorî diyar kir ku wê di demên pêş de gelek proje werin avakirin sûdan dê ji bo civakê çêbibe û wiha bi dawî kir: “Gelek kesan dixwestin projeyên curbecur bidin avakirin an jî hinekan jî pêşinyar dikirin ku park werin avakirin. Ev qas tişt di planên me de hene û di demên pêş de wê pir tiştên xweş werin avakirin ji ber ku em ji bo gel û civaka xwe kar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar