Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo çalakiyên 3’yê Tebaxê bang hat kirin

Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin bal kişand ser qirkirina êzidİyan û di salvegera qirkirinê de banga tevlibûna çalakiyan li her kesî kir

Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Girtin, bi minasebeta fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku hat serê êzidiyên Şengalê bi sernavê ‘Bi têkoşîneke gerdûnî dê edalet pêk bê û cihê ku edalet nebe li wir aştî pêk nayê’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de qirkirinek pêk hat û hat diyarkirin ku êzidî li gelek welatên cîhanê wekî penaber dijîn û wiha hat gotin: “Me bi zarok û jinên êzidî re hevdîtin pêk anîn û di encamê de derket holê ku cihê ku lê dijîn ne ewle ne. Êzidî ji axa xwe û ji çanda xwe bi zorê hatin dûrxistin. Niha li cihê ku dijîn jî bi polîtîkayên entegrasyonê re rûbirûne û xetereya qirkirina çandê re dijîn.”

Platform di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rêxistinbûn û têkoşîna jinên êzidî û wiha domand: “Jinên êzidî bi têkoşîn û berxwedana xwe axa xwe terk nekirin. Meclisên xwe avakirin. Bi hêza xwe birînên xwe dipêçin. Dîsa komele û meclisên li Ewropayê jî piştgiriyê didin xebatên jinên êzidî. Li ser fermanê 5 sal derbas bûn lê heta niha Komîsyona Mafên Mirovan a Netewewên Yekbûyî derbarê komkujiya êzidiyan de çend rapor hebin jî heta niha ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî  (NY) tu tişt nehat kirin.”

Dê têkoşîna me bidome

Di daxuyaniya Platformê de qala qetliyamên Zîlan, Dêrsim, Enfal û Pirsûsê hat kirin û wiha hat domandin: “Em bang dikin ku bila roja 3’yê tebaxê wekî ‘Roja Têkoşîna li dijî Qetlîamên Jinan’ bê qebûlkirin. Banga ku me kirî li gelek herêmên cîhanê cihê xwe girt. Lê bi taybetî ji hêla Federasyona Jinên Êzidî daxwaza ‘Roja Çalakiyên li dijî Femînîsîde’  bê qebûl kirin tê kirin. Li Ewropa, Kanada, Awusturya, Efrîka, Tirkiye û Iraqê tevgerên jinan xwedî li bangê derketin. Em dibêjin ku jinek jî di destê DAIŞ’ê de be jî em tu carî xwe azad hîs nakin. Têkoşîna me ya ji bo qebûlkirina ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qetilkirin û Komkujiya Jinê’ dê bidomin. Em ê her tim li qadan bin.”

Her wiha daxuyaniya platformê wiha bi dawî bû: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û her wiha em bang li jinan dikin ku di 3’yê Tebaxê saet di 11.00’an de di heman wextê de daxuyanî bidin, çalakiya bêdengiyê li dar xibin, spî li xwe bikin û kurdeleyên reş xwe ve bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar