Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ji bo çalakiyên xwedîderketina li Şengalê bang

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 29'ê adarê yên li tevahiya Ewropayê dê bo xwedîderketina li Şengalê bên lidarxistin, banga tevlibûnê kir 

Diwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê ji bo çalakiyên ku di 29’ê adarê de li tevahiya Ewropayê bo xwedîderketina li Şengalê bên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî parve kir û wiha got: “Peymana ku di 9’ê Cotmeha 2020’î de bi tunehesibandina îradeya xelkê êzidî di navbera Bexda û Hewlêrê de hate îmzekirin, gaveke destpêkê ya metirsîdar e ku pêşî li êrîşên qirkirinê veke. Bi rêya vê peymanê koletiyê, bêîradetiyê li kurdên êzidî tê ferzkirin û pêşî li komkujiyên nû vedike.”

KCDK-E’yê diyar kir ku ev peyman êrîşek li dijî meclis û xweparastina xelkê Şengalê ye û wiha dewam kir: “Bi vî rengî dixwazin Şengaleke bêparastin, bêîrade ava bikin. Li gel tepisandina statuya Şengalê ev yek dike ku Şengal bikeve nava metirsiya qirkirinê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Peyman bi daxwaz û fermana dewleta tirk hatiye kirin lewma bi vê yekê re xeteriyeke mezin li ser xelkê Şengalê heye.

Her wiha daxuyanî wiha bi dawî bû: “Beriya ku gef û metirsiya li ser xelkê Şengalê mezin bibe û komkujiyên nû rû bidin, em dixwazin gavên pêwîst bên avêtin.

Ji ber vê yekê di 29’ê adarê roja duşemê dê li hemû welatên Ewropayê li ber sefaretxaneyên bilind ên Iraqê bi pêşengiya saziyên êzidiyan ên li Ewropayê çalakî bên lidarxistin û em ê jî bi hemû hêza xwe tev li bibin, xwedî lê derkevin. Her wiha ji bo çalakiya ku 31’ê adarê roja çarşemê li Cenevreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi pêşengiya saziyên êzidiyan bê lidarxistin, weke KCDK-E em ê tevahiya hêza xwe seferber bikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengekî çalak tev li çalakiyên 29 û 31’ê adarê bibin.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar