Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Ji bo çareseriyê, azadiya Ocalan şertê bingehîn e

Li Îmraliyê ev çaryek sedsal e tecrîda girankirî ya li ser rêberê gelê kurd birêz Ocalan didome. Ev tecrîd bi taybetî di deh salên dawî de bûye wek rejîmekê û bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Tecrîda li ser Ocalan, di 3 salên dawî de jî tu nirxên mirovahiyê û esasên hiqûqê nas nake û li dijî yasayên Tirkiye û navneteweyî tê meşandin.

Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin pergaleke taybet e; ew pergal neynika nêzikatiya pirsgirêka kurd e. Dewlet çawa nêzikî pirsgirêka kurd bibe, wisa jî pergala Îmraliyê ava û tehkîm dike.

Îro, têkiliyeke aşkera di navbera siyaseta dewleta tirk a Başûr, Bakur, Rojava û tecrîda Îmraliyê de heye. Navenda şerê topyekûn a li dijî kurdan Îmralî ye. Dewlet bi vê polîtîkaya xwe, rol û mîsyona dîrokî ya Ocalan bi awayekî zelal aşkera dike. Tecrîd; qebûleke veşartî ye ku rol û muxatabiya sereke ya Ocalan nîşan dide.

Pirsgirêka kurd îro bûye pirsgirêkeke mezin a Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê. Ocalan bi siyaset û doktrîna xwe her hewl da ku vê pirsgirêkê bi riyên aştiyane û diyalogê çareser bike. Di dîrokê de kêm kesayet hene ku di nav şertên tecrîdê de jî her pabendê aştî û çareseriyê bûne û li ber xwe dane.

Tecrîda Îmraliyê îro ne tenê li ser rewşa kurdan, lê bandora xwe li ser hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê jî dike. Loma Îmralî wek laboratuwarekê ye û nîzama siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ji wir tê avakirin. Hîmê pergala dagirker û faşîst li Îmraliyê tê avakirin û belavî her derê Tirkiyeyê dibe.

Beyanên Ocalan ên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkên Tirkiyeyê û muxatabiyê de, manîfestoya paradîgmaya aştî ye. Ev paradîgma îro riya sereke ya çareseriyê nîşanî aqilê dewletê û gelên Tirkiyeyê dide. Ev paradîgma çaryek sedsal e li benda muxatabiyê ye.

Pergala li Îmraliyê hatiye avakirin û tecrîda li Îmraliyê tê meşandin her çend îro ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve bê berdewamkirin û kûrkirin jî, ev yek di esasê de polîtîkayeke dîrokî ya aqilê dewletê ye. Konsensûseke aşkera ye di nava hêzên kûr û rayedarên dewletê de.

Di vê polîtîkayê de tiştê esas ew e ku naxwazin Ocalan fikr û ramanên xwe bigihîne gelê kurd û gelên herêmê. Riya çareserî û aştiyê neyê vekirin. Ji bo wê jî şikandina çembera tecrîdê dê rê li ber siberoja Tirkiyeyê, kurdan û herêmê veke. Girêka şer jî mifteya aştiyê jî nêzikatiya li Îmraliyê ye.

Geşedanên li Rojhilata Navîn, şerê li herêm û cîhanê, îro pêdiviya lezgîn a aştî û çareseriyê nîşan dide. Pirgirêka kurd îro bûye pirsgirêkeke cîhanî û bi her awayî bandora xwe li ser rewşa aştî û aramiya dewletên herêmê jî dike. Ocalan 25 sal in hewl dide ku van pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane çareser bike. Pêvajoya aştiyê ya 2013-2015’an, îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan û rola wî ya sereke misoger kir.

Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û herêmê, bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Ji bo wê jî çi Erdogan çi jî aktorên piştî Erdogan vê rastiyê baş dizanin. Kes û aliyek jî nikare rol û mîsyona wî înkar bike. An dê ev rol û muxatabî bê naskirin û tecrîd bê rakirin û şertên wî yên zindaniyê bên rakirin û guhertin, an jî dê Tirkiye û herêm bi temamî bibe girava Îmraliyê.

Guhertina pergala Îmraliyê pêdiviyeke lezgîn e. Ji bo ku Ocalan fikrên xwe bi malbat û parêzer û rêxistin û raya giştî re parve bike, divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Divê guhertinên yasayî bên kirin û di bin banê Meclisê de mekanîzma bên avakirin û CHP jî di nav de partiyên siyasî daxilî vê pêvajoyê bên kirin. Divê li gorî rewşa îdarî ya Tirkiyeyê daxwaza statûyê ya kurdan bi Ocalan re bê guftûgokirin.

Parêzerê Mandela Essa Moosa digot, “piştî ku Mandela hat berdan, muzakere û guftûgoyên esas dest pê kir. Loma ji bo çareseriyeke mayînde, azadiya Ocalan şertê bingehîn e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar