Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo çi şer!?

Pir balkêş e ku li Tirkiyeyê ku serkêşiya wê hikûmet û rêveberên faşîzan ên ji xizmeta civakê dûr in, li ser erkê ne, di demeke welê de ku bi krîzên navxweyî yên siyasî, aborî û civakî re digevizin; ji bo bala civakê ji vê yekê dûr bixin, berê wan dide şerekî bê encam ku bi dehan carî hatî ceribandin.

Di roja îro de ku taybet civaka Tirkiyeyê ji karkerê wê bigire heta, mamoste, xwendekar, jin, ciwan, ji her astê rewşenbîr, çîn û tiwêj û temen bigire, ji ber şewba korona di nava ne diyariyekê de li ber bayê şewbê ketine, li ser hev dinalin.

Bêkarî bûye pêleke mezin û civak daye ber xwe, êrîşên bêperwa yên li ser jinan, destdirêjî-destavêtina li hember di serî de zarok, jin û jinên ciwan, çi ji aliyê mêr, hevjîn, xizm, polîs û personelên hikûmeta faşîst ve ewqas mezin, li şûna çareseriyê ji bo vê dîtin, şer geşkirin wê çiqas bikare birînên van derman bike ne diyar e? Lê tiştek diyar heye ew jî birînên heyî wê kûrtir bike.

Çima rejîma AKP-MHP’ê pêwîstî bi şereke wiha dibîne û dixwaze bi vî şerî encam bigire? Çima di vî şerî de PKK ji gelê kurd tê cudakirin? Ev pirs û gelek pirsên din, mijarên baş lêhûrbûn û dahûrandinê ne.

Hikûmeta Tirkiyeyê ya di destê rejîma AKP-MHP’ê taybet dîktator Erdogan û hevkarê wî Bahçelî de her diçe dirize, êdî pîne xwe li ser rû û qûmaşên wan nagire, neçar dimîne ku civakê bi şerê ji derve bide mijûlkirin; rastî û krîzên navxweyî nebe mijar û serîrakirinek pêk neyê.

Ji bo vê jî ileta şewba vîrûsê tam dem ji bo vê rejîma faşîst bû deraveke yê rizgariyê, bû benek ji vê çalê derkeve. Lê ev jî têrê nekir. Di çarçoveya tedbîran de xwe sist kir û ji bo civak zirarê jê bibîne û weke hikûmet çend tedbîran bigire û wisa bêje em ji bo civakê kar dikin. Lê ev yek hemû bi kontrol kir, roj hat şidand ji bo helwesta gel bigire, roj jî hat sist kir ku bikare zêdetir bikar bîne.

Li sûk û bazaran, li kolanan wêne û dîmenên kesên birsî li ser sergo û qotiyên zibalê nan, hinek zebze ji bo zarokên xwe peyda bikin, li ber çavê me ye. Dîsa dîmenên bavê li ber derê avahiyên hikûmetê qîr dikin, zarokên min birçî ne, agir bi bedena xwe xistine hê di hafizeya civakê de ye. Destdirêjî-destavêtina zarok û jinan, dîsa bêcezatiya wê rojan e jin li kolanan qîr dikin.

Ma gelo ev yek wê çawa ji rojevê bê derxistin, ne şerek be wê rejîma Erdogan bikare ji vê yekê xwe xilas bike. Na, ne mimkûn e.

Gava yekê çi kir di dema nêzîk de, xwe li Garê da. Li gorî plansazî kirî wê biçe Garê û leşkerên girtî yên di destê PKK’ê de bi saxî bigire û bîne. Wê vê yekê jî bi şov û serketinekî mezin têra wî bikira heta heta. Lê serê wî li kevirê gorê ket, dît ku yê mirî ew bi xwe ye.

Li vir winda kir, birînên navxwe û krîzên heyî zêdetir kir, awir vegerand Garê û têkçûnê. Wê çawa bike, vê bide jibîrkirin. Tenê çareyeke vê ma; operasyonek din. Wê vê çawa bike ne diyar e? çi bû?

Serok Dewletê DYE’yê Jeo Bîden Qirkirina Ermeniyan erê kir û wê Erdogan ê li ber vê dikir qîr û hewar digortin; ‘kalikê me tiştekî wiha nekirine’ û heta digot; Ermeniyan gelek ji wan kuştin e, wê çavê xwe li vê bigire, lê li berdêla erêkirina Amerîkayê ya ji bo operasyoneke din a li derveyî sînor a li dijî PKK’ê. Di serî de wê DYE, NATO û welatên Ewropayê jî wê li ber vê bêdeng bimîne û çavê xwe lê bigire.

Çima li hember êrîşeke wiha Amerîka, NATO û welatên Ewropayê bêdeng bin?

PKK tevgerekî li dijî sîstema kapîtalîst û emperyalîst e. PKK rêxistineke xwedî îdeolojiyeke azad û serfiraziya gelên bindest e. PKK partiyeke ya gelên ji maf û nasnameya xwe hatî biyanîkirin û heta bi dehan car hatî qirkirin e. Jin, ciwan, karker, rewşenbîr, ermenî, asûrî-sûryanî, tirk, ereb, kildan, hemû pêkhate û olên li ser erdnîgariya wê xwe di nava PKK’ê de dibîne û ji bo mafê xwe şer dike ye. Bi kurt û kurmancî PKK’ê hemû plan û projeyên hêzên emperyal û sîstema kapitalîst a van hêzên hegemon serobin kir,  pûç kir. Ji bo vê ye ku di her êrîş û dagirkeriyê de wê ev hêz piştgirî bidin Tirkiye û çavê xwe ji qirkirina kurdan re bigirin.

Lê ya li vir hemû hesabê wan têk bibe, yek berxwedana gerîla ya fedayî û dîsa serhildanên gel a li ber vê yekê ye. Îro eger ku li Garê, Heftanîn, Avaşîn, Zap, Metîna dagirker nikarin bi pêş ve bên û derbên xurt dixwin ji vê îdeolojiya serketinê ya Apoyî ya gerîla ye û ya duyem jî hêviya serketin û jiyaneke azad a gerîla dayî gel û piştevaniya gel a ji bo zarokên xwe ne.

Hinek radibin dibêjin; ‘Tirkiye şerê PKK’ê dike ne gelê kurd’ baş e PKK ji fezayê hatiye? Komeke biçûke hatiye Tirkiye dagir bike? Wê bi êrîşan bê tunekirin. Gelo PKK zarokên kê ne? Ji ku hatine? Êdî kes nemaye ku nezane PKK zarokên gelê kurd in, ji nava wan tên dinê û mezin dibe. Ji bo azadiya gelê xwe, dayik, bav, xwiş-bira şer dikin. Herî zêde yên van gotinan dikin dizanin. Bi hezaran zarokên başûrê Kurdistanê tev li PKK’ê bûne, şer kirine û li dijî dagirkeriya li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat şehîd ketine. Ma ew zarok ji darên sêvan çêbûne, ji gelê kurd tê cudakirin? Ev xapandineke erzan e.

Çi dibe bila bibe, berdêl çiqas giran be jî wê encama dawî wê faşîzim têk biçe, Tevgera Azadiya Kurd bigihêje serketinê. Wê encama berdêlên hatî dayîn, ne têkçûn, serfirazî û serketineke dîrokî ya mezin be.

Nûçeyên Têkildar