Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo DAIŞ’ê Tirkiye welatekî transît ê bêhempa ye’

Kovara alman Der Spîegel der barê çeteyên li Baxozê hatine girtin, nûçeyeke taybet weşand. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di dema operasyona HSD’ê de bi sedan pasaport hatine bidestxistin û hema hema temamiya van çeteyan li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne. Kovar dewleta tirk ji bo DAIŞ’ê weke ‘welatekî bêhempa yê transît e’ pênase dike

Şervanên Hêzen Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo bidawîkirina serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de qonaxa Şerê Tunekirina Terorê dabû destpêkirin. Şervanan piştî ku derbên giran li çeteyan xistin, bi rizgarkirina gundê Baxozê re dawî li serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê anîbûn. Di dema operasyona li Baxozê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

Di operasyonê de li gelek çeteyan pasaport hatibûn dîtin. Xala herî balkêş a van çeteyan ew bû ku gelemperiya van çeteyan li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne. Têkildarî mijarê yek ji kovarên navdar ên alman Der Spîegelê û Sîegel TV’yê nûçeyeke taybet weşand.

Welatiyên Almanyayê jî di nav de hene

Der Spîegel di nûçeya xwe de balê dikşîne ser zêdetirî 100 pasaportên ku ji 21 welatên cuda. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li ser hemû pasaportan mohra dewleta tirk heye û ev kes li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne. Kovar destnîşan dike ku dewleta tirk ji bo derbasbûnê DAIŞ’iyan welatekî girîng e. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku di nava pasaportan de di serî de welatiyên Almanya, ji Rûsya, Endonezya, Tûnis, Trînîdad, Efrîqaya Başûr, Slovenya û Tabogoyê jî gelek kes hene.

Bi rehetî derbas bûne

Di kovarê de tê gotin ku xala hevpar a hemû pasaportan ew e ku li ser hemû pasaportan mohra ku bi kêmanî carekê û li ser piraniya wan mohra ku ji carekê derbasî Tirkiyê bûne, heye. Balkêş e ku li ser pasaportan welatê ku herî dawî ketinê Tirkiye xuya dike. Ev jî nîşan dide ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku derbasî Tirkiyeyê bûn, pir bi rehetî derbasî Sûriyeyê bûne.

Gelek caran ketine û derketine

Li ser hin pasaportên DAIŞ’ê xuya dike ku ev kes piştî derbasî Sûriyeyê bûn, dîsa bi ser Tirkiyeyê derbasî welatên cuda bûne. Der Spîegel dewleta tirk ji bo DAIŞ’iyan weke ‘welatekî bêhempa yê transît bû’ pênase dike. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar