Navenda Nûçeyan
Piştgiriya ji bo kampanyaya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) hatiye destpêkirin, her ku diçe zêde dibe.
RJAK’ê ragihand ku ewê ji bo kampanyayê, heftiyekê dest bi komkirina îmzeyan bikin. Endama Meclîsa RJAK’ê Wijdan Nureîden li ofîsa RJAK ya li Silêmaniyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Wijdan got; “Emê weke jinên Başûrê Kurdistanê tevlî kampanyayaîmzeyan bibin, ji ber ku tundûtujiya desthilata Erdogan li Başûr jî hemberî jinan tê kirin. Li Başûrê Kurdistanê qubanên yekem yên topbarana dewleta tirk jin in. Bi taybet jî jin di êrişa Kune Masî, Binarê Qendîl, Biradost û herêmên din bûn qurbanê bombebarana dewleta tirk.”
Wijdan di dewamê de got ku ewê ji îro û pêve, li taxên Silêmanî û navçeyên din dest bi komkirina îmzeyan bikin.