Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo dayîna 265 cenazeyan bang hat kirin

Rêxistinên mafên mirovan, têkildarî cenazeyên 3 sal berê ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, ji bo testa DNA’yê birin û hêj nedane malbatan daxuyanî dan û bang li rayedaran kirin û xwestin cenazeyan bidin malbatan

Di 19’ê kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê ji 267 cenazeyan 265 jê 15 meh in li ATK’ê tên sekinandin. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtine. Ji bo wergirtina cenazeyan heta niha 32 malbatan serlêdan kirin. Lê Bedriye Kiliç, Hayriye Yûrdakûl, Sûltan Tûtmaz, Abdûllah Çîçek û Nazîme Kaya ji bo cenazeyên zarokên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dan. Ji bo DNA’yê xwîn ji malbatan hat girtin. Tevî van malbatan hejmara kesên serî li dozgeriyê dane bû 38. Lê hêj 227 malbat mane.

Têkildarî 265 cenazeyên ku li ATK’ê ya Stenbolê têne rawestandin, nûnerên ÎHD’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ANYAKAY-DER’ê Komeleya Vakfa Aştiyê, li otelek li Beyogluyê Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê nîşan dide ku hurmeta dewletê ji miriyan re jî tune ye û wiha got: “Di sala 2017’an de malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin serî li ÎHD’ê dan lê bi nedana cenazeyan zilmê li malbatan dikin. Li Tirkiye û Kurdistanê pêdivî bi aştiyê heye.”

Ev tişt li dijî peymanên navneteweyî ye

Piştre daxuyaniya hevpar hat xwendin. Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û wiha got: “Di 2’yê Ççileya 2018’an de Walîtiya Bedlisê daxuyanî da û diyar kir ku li qada mera be goristan nayê avakirin. Walîtiyê diyar kir ku biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bedlisê ya di 4’ê Kanûna 2017’an de goristan hatiye vekirin û cenaze hatine derxistin.”

Yolerî anî ziman ku 279 gor hatine vekirin û 11 gor vala derketine û ev tişt anî ziman: “Ji bo testa DNA’yê ya cenazeyan bikin sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kirin. Ev yek li dijî xala 90’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku Tirikye jî îmze kiriye û li dijî Peymana Cenevreyê ye. Divê bi lez cenazeyan bidin malbatan. Divê bêyî dem derbas bibe cenazeyên ji goran hatine derxistin dîsa teslîmî malbatên wan bikin.”

‘Derûniya malbatan xera bûye’

Pisporê Saziya Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Biçer destnîşan kir ku li dijî hiqûqê 267 cenaze ji goristanan derxistin û wiha axivî: “Yên cenazeyên xwe defin kirin ruhsata definkirinê stendin. Lêpirsîna dosyayê ya ku dozger dimeşine der barê wê de biryara veşartinê heye. Niha dosya di nava şoliyê de ye. Ji ber ku nediyariyek û aloziyek heye derûniya malbatan xera bûye.”

Ji bo Tirkiyeyê rewşeke şermê ye

Ji parlamentera AKP’ê ya berê Fatma Bostan Unsal jî anî ziman ku niha nayê zanin ku cenazeyê Seîdê Kurdî jî li ku ye û wiha got: “Ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşa şermê ye. Divê Tirkiye li gorî pîvanan tev bigere. Aşkera di peymana DMME’ê de her tişt hatiye ziman. Em dixwazin êdî dest ji vê neheqiyê berdin.”

‘2 sal in em bi vê êşê re dijîn’

Ji malbatan Rewşan Doner jî anî ziman ku 2 sal in bi êşek mezin re dijîn û ev tişt anî ziman: “2 sal in îşkenceyê li malbatan dikin. Ez dixwazim gorek min a ez li ser dua bikim hebe. Ez dixwazim li ser vî welatî wekî hemwelatiyek wekhev bijîn. “

Ji Mirovên Şemiyê Hasan Karakoç jî anî ziman ku li dijî mirovahiyê goristan wêran kirin û wiha axivî: “Vekirin û wêrankirina goristanan li dijî hiqûqê ye. Hurmeta dewletê ji miriyan re jî tune ye. Dema mijar dibe kurd dewlet dibe hov. Bêguman hesabê vê yekê dê bê pirsîn.”

Her wiha berdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî diyar kir ku bi pekanînên dijmirovî yên dewletê re rû bi rûne û ev yek li dijî rumeta mirovahiyê ye. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar