Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo debara xwe mala tenûrê vekirin

Jinên li Wanê dijîn, li dijî her cureyên qeyranê her tim têkoşîna xwe ya jiyanê zindî dihêlin. Jinan di nava qeyrana aboriyê de ji bo debara xwe bikin mala tenûrê vekirin û tevlî qada hilberînê bûn

Navenda Nûçeyan

Bi qeyrana siyasî re qeyrana aboriyê jî kûr dibe. Bi pandemiyê re jî bêtir welatî ketin nava tengasiyê. Bi hezaran kes li Tirkiyeyê kargehên xwe girtin. Bi milyonan kes ji kar hatin dûrxistin. Ev tişt bêtir li ser jinan bi bandor bû. Jinên ku niha li malê hem li dijî qeyrana aboriyê û hem jî li dijî qeyrana li malê di  nava têkoşînê de ne. Lê jin ligel her zehmetiyan têkoşîna xwe ya jiyanê her tim zindî dihelin.

 Li cadeya Orhan Dogan a li pişt Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya navçeya Rêya Armûşê bi navê “Mala Tenûrê a Destê Jinan” ji hêla 4 jinan ve hat vekirin. 4 jinên ku hem ciran û hem jî xizmên hev in gihaştin hev û dest bi karek wisa kirin. Jinan karê ku her roj li malê dikirin niha ji bo debara mala xwe dikin û pere qezenç dikin.

 Jinan nêzî hefteyeke kargeh vekirine û bi karbeşiyê dixebitin. Xebata jinan ji bo jinên derdorê jî bû mînakek. Her roja ku derbas dibe muşteriyên wan zede dibin. Derbarê kar û bar de Remziye Karakoyun ji ajansa me re axivî.

 ‘Bi qeyranê re jin bêtir mexdûr dibin’

Remziye di despêka axaftina axaftina xwe de bal kişand ser virûsa koronayê û got: “Bi vîrûsê re gelek kes bêkar man. Hemû zarokên min bêkar man. Ji bo me pirsgirêka aboriyê dest pê kir. Em bi ciranên re ketin nava lêgerînê û me xwest em mala tenûrê vekin. Bi qeyrana aboriyê re jin bêtir mexdûr bûn. Ji bo mêran karê jinan ne girîng e. Tenê bi du poşetan tê malê ew qas.”

‘Em bi petin anan debara xwe dikin’

 Remziye wiha bal kişand ser jinên derdora xwe: “Jinên derdora min hem ciranên min e û hem jî xizmên me ne. Di nava sohbetên me de derbas bû vekirina mala tenûrê. Ji xwe em her roj li malê nan dipêjin. Ji bo me wekê lîstîkekî ye. Ew 20 sal in ez nan dipêjim. Karê ku ez her roj dikim ez niha pê debara xwe dikim. Ev tişt ji bo min hestek cuda û xweş e.”

‘Her roj müşteriyên me zede dibin’

Remziye destnîşan kir ku nêzî hefteyek e mala tenûrê ketiye pratîke û wiha axivî: “Em saet 05.00’an şiyar dibin û her roj dorveger em hevîr dikin. Piştre jî me 4 jin dest bi petinê dikin. Kesên ku nan dikirin nane me diecibînin. Her roj muşteriyên me zede dibin.”

‘Em li dijî feraseta mêran derdikevin’

Remziye, destnîşan kir ku eleqeya jinan girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek jin dema tên cem me dibêjin ‘em jî dixwazin karek wisa bikin’. Em hemû jinan re dibêjin heke hûn bikevin hewldanê em dikarin alîkariyê bidin we. Em bi hewldana xwe li dijî helwest û feraseta mêran derdikevin. Jin dikarin li ser piyê xwe bisekînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar