Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Ji bo dengbêjiyê dîwanxane ava kir

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû yê colemêrgî, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê bi navê dîwanxane qursek vekir. Seyranoglû, dîwanxaneyê bi motîfên herêmî xemilandiye û lê niha perwerdeya dengbêjiyê dide 6 kesan. Seyranoglû destnîşan kir ku ji bo ku dengbijyê fêrî nifşên nû bike û bide jiyandin dîwanxane vekiriye û da zanîn ku hezkirina wî ya dengbêjiyê ji zarokatiya wî tê û bi saya malbata xwe dengbêjiya xwe bi pêş xistiye.

Di axaftina xwe de Seyranoglû anî ziman ku ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê hewl dide û wiha got: “Vekirina dîwanxaneyê û hînkirina ciwanan a çanda dengbêjiyê xeyala min bû. Niha ji bo pêkanîna xeyala xwe gavên destpêkê diavêjim. Beriya demekê ji Colemêrgê hatim Wanê, min maleke ku kire kiriye, bi motîfên herêmî xemilandiye û wergerandiye stûdyoyê. Li dîwanxaneyê qursên dengbêjiyê didin ciwanan. Ne tenê ji bo xwe, difikirim ku ev dîwanxane dê feydeyê bigihîne nifşên nû jî.”

Banga li malbatan

Seyranoglû agahî da ku li dîwanxaneyê 6 kesan perwerde dike û wiha domand: “Ji ber pandemiyê niha ji 6 xwendakarên min tenê 2 xwendekar aktîf tev li waneyan dibin. Ez bawer dikim ku dê ev hejmar zêde bibe û hevalên me di rêya dengbêjiyê de berdewam bikin. Em niha di asta pêşxistina dîwanxaneyê de ne. Di demên pêş de em ê gelek ciwan tev li nav xwe bikin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin. Di hin rojên hefteyê de jî ez ê li ser WEB TV’yê bi awayekî zindî bernameyên dengbêjiyê çêbikim. Ez ji vir bangî hemû malbatê dikim ku zarokên xwe bişînin dîwanxaneyê.”

Jiyandina çanda dengbêjiyê

Ji xwendekaran Selman Demîr diyar kir ku dixwaze çanda dengbêjiyê hîn bike û bigihîne nifşên demên pêş û wiha got: “Ez ji dengbêj Xelîl Bakozî û Salih Şirnexî bi bandor bûm. Min ji stranên wan gelek hez dikir. Dixwazim wekî wan kilaman bibêjim. Ji ber pandemiye min dereng serî li vir da. 20 roj in em wane digirin. Dixwazin ji hevalên xwe yên ku di temenê min de ev tişt bibêjim ‘Em dikarin ji bo jiyandina çanda xwe xebateke hevpar bikin. Dixwazim ku hevalên min bên vir’.”

Xwendekar Sûat Şeylan jî destnîşan kir ku dîwanxane ji bo jiyandina çanda wan dibe alîkar û ev tişt anî ziman: “Em ji bo bi bîranîn û bi bîrxistina deng, nirx û dengbêjan li vir in. Ez di rêya Dengbêj Hecî Abdulkerîmê panosî de dimeşim. Armanca me jiyandin dengbêjê me ye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar