Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji bo dengê xwe tu jî serî li Partiya Çepên Kesk bide

Hilbijêrên ku qeyda wan ya hilbijartinê li bajarekîdin e û îmkana wan ya çûyînê tuneye divê heta 10’ê Gulanê serî li avahiyên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên bajar û navçeyan bidin.

Xebatên cuda yên partiyan ji bo hilbijêrên bitevger an jî bi navê xwe yê din hêj qeyda xwe ya dengdêr ji navçeya ku lê dijî re negirtiyê, heye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 13 hezar kes ji Stenbolê derbasî 70 nuqteyên Kurdistanê kirin. HDP, niha jî karekê bi vî rengî bi Partiya Çepên Kesk re dike. Hilbijêrên ku hîn qeydên xwe çênekirine, dikarin li avahiyên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên bajar û navçeyan çêbikin. Serlêdana dawîn a ji bo çêkirina qeyda xwe 10’ê Gulanê ye.

Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Mehmet Ûçar, têkildarî xebatên xwe yên li Stenbolê ji ANF’ê re axivî.

Ûçar anî ziman ku ew li 39 navçeyan qeydan çêdikin û wiha got: “Em ê hilbijêrên bitevger ên ku li Stenbolê qeyda wan nîn e, bişînin li bajarên ku qeyda wan a hilbijartinê lê ye. Li ser vê bingehê em ê wesayîtên xwe yên ku wê biçin hemû bajarên Kurdistanê bigirin. Li 39 navçeyên Stenbolê qeyd tên girtin. Em banga xwe li ser medyaya dijîtal dikin. Malpera partiya me ya bi navê “Dengê min li ku ye?” heye. Di nava malperê de paneleke bi sernavê “Hilbijêrê bitevger” heye. Hilbijêr dikarin bi agahiyên nasnameya Tirkiyeyê û numreya telefona xwe qeydên xwe çêbikin. Ev xebat, wê heta 10’ê Gulanê berdewam be. Veguhestina hilbijêran wê 12 û 13’ê mehê be. Em ê hilbijêrên dûr in du roj berê bişînin. “

Ûçar bi berdewamî got: “Helbet ên ku ji herêma erdhejê bên veguhestin jî hene, lê serlêdanên ku ji me re tên bi giştî ji Kurdistanê ne. Ji bo Hatayê jî derbasdar e. Her wiha em ê bi kesên ku wê biçin Rojava an jî bajarên nêzîktir re jî têkiliyê deynin. Otobês wê neyê girtin, lê em dikarin biletên wan bikirin. Lê xebata me ji bo Kurdistanê ye. Piraniya karkerên avahiyan dikin. Ew jî bi piranî ji Wan, Gever, Mêrdîn û Amedê ne. Îsal armanca me kirêkirina balafiran e. Em ê mesrefan hesab bikin. Bo mînak; eger 500 kes biçin cihekî,  li şûna ku em 10 otobusan bigirin, em ê bilêtên balafireke ku kapasîteya wê 500 rêwî ne, bigirin.

Em ê hilbijêran li Yenîkapiyê li otobusê siwar bikin. Weke herêmên duyemîn û sêyemîn em ê otobêsên xwe ji Yenîkapiyê rabikin. Herêma yekemîn hîn diyar nebûye. Lê dibe ku ew jî ji  Yenîkapiyê bên rakirin. Wê ji bo kesên li derdora Tûzla û Pendîkê jî cihekê cuda bê diyarkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar