Navenda Nûçeyan
Ji bo ku derziya dijî Covîd-19’ê ‘bêpere be û her kes bikaribe xwe bigihîne’ li Ewropayê biqasî 10 tevgerên welatî kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.
Li Fransayê komîteyeke ku ji dehan komele, sendîka, partiyan pêk tê destek dan kampanyayê. Di nav destekdaran de People Health Movement, Oxfam, Partiya Komunîst a Fransa û çepgirên radîkal LFI jî hene.
Komîteya pêşeng a kampanyayê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Divê ev derzî bibe malê hevpar ê mirovahiyê. Bi berfirehî bi pereyê cemewerî hate fînansekirin. Naxwe divê bêpere bikeve xizmeta welatiyan.”
Organîzatoran her wiha xwestin mafê xwegihandina teşhîs û tedawiyê jî were mîsogerkirin.
Her wiha hedefa organîzatoran heta dawiya 2021’an milyoneke îmze ye.