Nokerên avê, ji bo dîtina xwendekara Zanîngeha Munzur ya Dêrsimê Gulistan Dokû ku 216 roj in winda ye, di bin ava Bendava Uzun Çayirê de dest bi lêgerînê kirin. Yekîneyên rizgarkirinê di 6’ê Tirmehê de dawî li xebatê anîbûn. Yekîneyên nokerên avê îro dîsa dest bi lêgerînê kirin. Valakirina ava Bendava Uzun Çayir ku 16 roj in didome hat rawestandin. Piştî kurahiya avê daxistin 16 metreyeyan, nokerên avê dîsa dest bi lêgerînê kirin. 68 personel, li qada nêzî 3 kilometre di bin avê de lêgerîna xwe didomînin. DÊRSIM