Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ji bo em stranên azadiyê bêjin em ji şer re bêjin na’

Hunermend Kawa, Ferhat Tunç û Pinar Aydinlar ku li dijî şer kampanya dan destpêkirin, xwest her kes têkoşîna aştiyê pêş bixin û wiha gotin: “Ji bo em stranên azadiyê bêjin em bibin yek û bi hevre ji şer re bêjin na.”

Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmehê de bi tang, top û balafirên şer dest pê kir, di roja 8’an de berdewam dike. Bertek û nerazibûnên li dijî şer û êrişan her ku diçe zêde dibe. Hunermend Kawa, Ferhat Tunç û Pinar Aydinlar ku li dijî şer kampanya dan destpêkirin, xwest her kes têkoşîna aştiyê pêş bixin. Hunermendan bi kurdî, tirkî û ingîlîzî, bi sernavê “Em şer rawestînin” metnek belav kirin û kampanya dan destpêkirin. Hunermendan bang li rewşenbir û nivîskar û hunermendan kirin û wiha gotin: “Ji bo em stranên azadiyê bêjin em bibin yek û bi hevre ji şer re bêjin na.”

Hunermend Kawa destnîşan kir ku ji bo li dijî şer aştî pêş bikeve erkek mezin dikeve ser milê hunermendan û wiha axivî: “Ji ber li ser axa Mezopotamya û Rojhilata Navîn şer naqedin êş û janên mirovan jî naqedin. Em wekî hunermend û pêşengên civakê çi ji destê me tê divê em bikin. Hem li welat û hem jî li dervê welat ji bo em vî şeri rawestînin divê em bê navber têbikoşin. Ger ku em rewşenbîr û hunermend di rewşê wiha awarte de li cem gelê xwe cih negirin, em ê kengî cih bigirin? Ji bo şer raweste erkek mezin dikeve ser milê hunermendan. Divê nûnerên navdewletî êdî erka xwe pêk bînin û şer rawestînin.”

Banga hunermend û rewşenbîran

Kawa anî ziman ku çi ji destê wan bê ew amade ne û bang li hemû hunermend û rewşenbiran kir ku her kes erka xwe ya ji bo pêşengiya civakê pêk bînin. Kawa diyar kir ku ew di aliyê hunerê de deyndarên gel in û xwest hunermend vî şerî rawestînin û xwest hunermend li kolan û qadan li cem gel cihê xwe bigirin.

‘Ne şerê gel e, şerê AKP-MHP’ê ye’

Hunermend Ferhat Tunç jî anî ziman ku piştî wan kampanya îmzeyan da destpêkirin bûn hedefa kesên şer dixwazin û wiha got: “Ez hunermend im. Ez ji bo şadî û êşa vî gelî stranan dibêjim. Ji ber vê yekê gotinên min jî li dijî şer in. Divê gotinên min ên li dijî şer jî hebin. Mirovên me, çand û hunera me, erdnîgarî û civaka me  paşve diçe. Xizanî û travmayên civakî her ku diçe mezin dibe. Heta niha ji Rojava kevirek li Tirkiyeyê neketiye. Ev şerê ku li dijî rojava hatiye destpêkirin ne şerê gel e. Ev şerê AKP-MHP’ê ye. Şer darê ku îktîdara hêzê winda dike ye. Ev şer wê di navbera gelê kurd û tirk de birînên kûr veke. Ez hunermend im. Divê ez li dijî şer jî dengê xwe bilind bikim. Divê em tu kes li dijî şer bêdeng nemînin.”

Tunç anî ziman ku li gorî sinc û hiqûqa gerdûnî sûcê esil bêdengiya li dijî şer e û wiha got: “Divê derdê me em bibin wîcdanê civakê. Divê em di eniya aliyê civakê de cihê xwe bigirin.”

‘Em li dijî şer bi biryar in’

Hunermend Pinar Aydinlar jî destnîşan kir ku li ser vê axê daxwaza aştiyê hatiye qedexekirin û gotina ‘Ji şer re na’ hatiye qedexekirin û wiha got: “Mixabin ji ber ku berê me piştgirî da Akademîsyenên aştî xwestin em hatin darizandin. Niha em di gotina ‘Ji şer re na’ de israr dikin. Ji ber ku îro vîna gelê me tune hatiye hesibandin. Ziman, çand û nasnameya civakê tune dihesibînin. Divê em di jiyana hevpar û dijberiya şer de israr bikin. Îro ev ne tenê meseleya kurd û elewiyan e. Ev meseleya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn e. Ez li gel têkoşîna gelê kurd a bi rûmet cihê xwe digirim. Çeka me ya herî mezin stran û notên me ne. Em îro bi stran û turkiyên xwe li cem gelê xwe cih digirin. Divê di berxwedanê de em li cem gelê xwe yê mazlûm cih bigirin. Em bi heve li dijî şer bêjin na.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar