Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji ber êrîşên ser goristanan ji saziyên îslamî re name şandin

Platforma Edalet û Maf, Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleya Şêx Seîd, Komeleya Oldaran a Îslamî (DÎAYDER) û Muslumanên Dijkapîtalîst li dijî êrîşên goristanan ên di demê dawî de zêde dibin, ji Serokatiya Karên Diyanetê, Zanîngeha El Ezher, Yekitiya Alimên Musliman ên Cîhanê û Saziyên Lêkolîna Îslamê re name şandin û xwestin li dijî vê yekê helwesta xwe diyar bikin.

Saziyan di nameya xwe de bal kişandin ser êrîşên goristanan û şikandina kêlên goran. Saziyan pirsa ‘Gelo di ol de hukmê êrîşa ser goristanan çiye? Kesekî miribe mafê wî çiye’ kirin. Saziyan di nameyê de xwest ku alim û oldarên îslamî li gorî pîvan û hukmên ola îslamê tevgerin,  bibin xwedî helwest û li gorî vê gavan biavêjin. Têkildarî mijarê endamê KÎD’ê Emîn Ay ji MA’yê bi Lezgîn Akdenîz re axivî.

‘Tu caran evqas bêhurmetî li miriyan nehatiye kirin’

Ay diyar kir ku bi hezaran kesên li malên xwe hatine binçavkirin û windakirin hêj jî bêgor in û wiha got: “Niha jî êrîşî goristanan dikin. Me xwest balê bikişînin ser van êrîşan. Hêvîdarim ku van êrîşan rewa nekin. Me ji van saziyan xwest ku li dijî van êrîşan helwestekê nîşan bidin. Me berpirsyarî û erka wan anî bîra wan. Di dîrokê de gelek şer çêbûne û di van şeran de komkujiyên mezin çêbûn. Lê mînakeke di ti şeran de nîne. Tu caran ev qas bêhurmetî li miriyan nehatiye kirin. Ne tehemûlî kurdên sax û ne jî yên mirî dikin. Kesê mirî ku nikare bi axive û xwe biparêze gelo tu çi jê dixwazî? Hûn çima cenazeyên wan îstîsmar dikin? Çima heta gorekî jî ji bo wan zêde dibînin? Ev kiryar li dijî mirovahiyê ne. Li malbatan digerin û jê dixwazin ku gorên zarokên xwe xera bikin. Li malbatên vê red dikin jî gefan dixwin.”

‘Dayikan bê gor dihêlin’

Herî dawî jî Ay ev tişt anî ziman: “Dewlet ji bo miriyan dibêje ‘terorîst’. Bi vê yekê êşa malbatê, êşa dayik û bav zêdetir dikin. Dayikekê bê gor dihêlin. Cenazeyan di bin sergoyan de vedişêrin. Di gorên bêkesan de defin dikin. Bi vê re dijminatiya di navbera gel de zêdetir dikin. Ev li dijî mirî û civakê xerabiya herî mezin e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar