KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ji bo ewlehiya sindoqan ‘peywîrê bigire’

Endama Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Ela Hasanoglû diyar anî ziman ku ji bo ewlehiya sindoqan dest bi xebatan kirine û bang li dildaran kir ku li ser sindoqan peywirê bigirin.

Partiyên siyasî piştî hate ragihandin ku wê hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê di 14’ê gulanê de bên kirin, dest bi xebatan kirin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî ji bo dengên hilbijêran bi awayekî rast encam bigirin dest bi xebatên ewlehiya hilbijartinê kirin. Partiya Çep a Keskan jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

Hevberdevka Herêma Marmarayê ya Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Partiya Çep a Kesk Ela Hasanoglû, qala xebatên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqên li herêma ku herî kêm 20 milyon welatî wê dengê xwe lê bi kar bînin kir.

Hejmara sindoqan hîn ne diyare

Hasanoglû ya diyar kir ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo sindoqan tu reqam nedan, hilbijartina dawî ya li herêmê bi bîr xist û da zanîn ku ji bo hilbijartinên îsal difirikin ku li Stenbolê 30 hezar, li Herêma Marmarayê jî herî kêm 50 hezar sindoq wê bên avakirin. Hasanoglû, bi lêv kir ku hemû amadekariyên xwe jî li gorî vê yekê didomînin.

Mijara herî esas ewlehiya sindoqan e 

Hasanoglû, anî ziman ku ji ber Partiya Çep a Kesk li Meclisê weke temsîlî tune ye di lijneyên sindoqan de nikarin peywîrê bigirin û bi lêv kir ku wê ev rewş ji aliyê ewlehiyê ve bi pirsgirêk be û li dijî vê wê bergiriyan bigirin. Hasanoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Elbet li gorî salên borî cudatiyek heye. Em ji endamtiya fermî ya lijneya sindoqê derbasî muşahîdiyê bûn. Di vê hilbijartinê de armanca me ew e ku di her sindoqê de bi muşahîdekî/ê partiya xwe temsîl bikin û di her dibistanê de herî kêm berpirsyarekî dibistanê hebe û koordînasyonê ava bikin. Ji bilî wê ji parêzerên xwe re yekeyên piştgiriyê ava bikin, di lijneyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan de rêxistinkirineke ku bikarin bi nûnerên xwe re ava bikin.”

Hasanoglû, girîngiya muşahîtan a ji bo ewlehiya hilbijartinê bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Dema em bûn mûşahît hemû mafên xwe winda nakin. Di lijneya hilbijartinê de tenê mafên wan ên deng heye. Qasî ku ji destê me tê em muşahîdên xwe û berpirsyarên xwe yên dibistanan dikin kesên bikarin îtîrazê bikin. Mafên wan ên îtîraz û mudaxilekirinê de hene. Heta mafê wan ê gotina ‘Ez ne bawer im, careke din bihejmêrin?’ heye. Di meseleya sindoqan de em hemû dizanin hin lîstik tên lîstin. Em îhtîmala kirina wan jî dizanin û bawerî vê dikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Ev ne tenê meseleya partiyeke siyasî ye.”

Divê ji bo peywirê didar serî lê bidin 

Hasanoglû, destnîşan kir ku ewlehiya sindoqê tenê ji vekirina sindoqan pêk nayê û têkildarî vê yekê de ev tişt gotin: “Esas ewlehî saet di 06.00’an de dest pê dike. Divê di saetên serê sibê de hemû peywîrdar li wir bin, ji destpêka peywîrê serwerî mijarê bin, dema êvarî deng hatin hejmartin, encam ji bo herkesê rast bin. Li gelek cihan xetaya herî mezin dema êvarî girtekên bi îmze digirin dibên me karê xwe kir. Di her hilbijartinan de agahiyên girtekan hatin guhertin. Heke dewlet ewlehiya hilbijartinê pêk neîne em ê pêk bînin.”

Hasanoglû ya ji bo ewlehiay hilbijartinê bang kir, xwest ku her kes heta 2’yê nîsanê qeyda xwe ya hilbijêr kontrol bike û ev tişt got: “Ji ber ku hilbijêrên winda hene. Ya yekemîn divê ji hilbijêrbûna xwe bi bawer bin û ya duyemîn jî divê roja hilbijartinê teqez deng bi kar bînin. Ya sêyemîn jî hêj li hin herêman kêmasiyên me hene. Divê ewilî gelê me li ser van sindoqan peywîrê bigire. Bi taybetî jî divê hilbijêrên me yên jin zêdetir înîsiyatîfê bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar