KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

‘Ji bo felsefeya Rêber Apo li Ewropayê belav nebe, komkujî kirin’

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara diyar kir ku bi komkujiyên Parîsê êrîşî sîstem û heqîqeta Rêbertî kirin û wiha got: “Pêwîste xwe heqîqeta wan jinan bi pêş bixin. Eger me Rêbertiya vê hişmediyê bi fîzîkî azad kir, wê demê em ê bêjin me jî rol, mîsyon û heqîqeta vê di kûr de têgihişt.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Yusuf Kara têkildarî berxwedan û têkoşîna Şehîd Sakîne Cansiz de axivî.

Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Sara, Rojbîn, Ronahî de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Du komkujî bi taybetî li dijî tevgera jinê li paytexta modernîteya kapîtalîst Parîsê pêk hatin. Dixwazim bi kurtî hinekî behsa armanca wan bikim. Dema mirov biçe dîroka wan, kêm zêde dema peymana Lozanê hatî îmzekirin, Kurdistan kirin çar parçe û her parçeyek xistin bin serweriya dewletên hegemon. Bi kurdan re neşêwirîn û nifûsa kurdan nehesibandin. Bi dewletên hevkarên xwe re li hevkirin û heta roja îro jî ew êş tê kişandin. Şoreşa ku di bin rêbertiya Rêber Apo de destpê kir, vê şoreşê xwest vê neteweyê ji bindestiyê rizgar bike û bigihîne azadiya wê. Di vê oxirê de têkoşînek bêhempa û gelek bedel jî hat dayîn, lê carek din hêzên kapîtalîst ji bo armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne, li pêşiya xwe hêza mafdar a gelê kurd dîtin û komplo li Rêberê me kirin. Di encama vê komployê de Rêberê me dîl dan girtin û radestî dewleta tirk a faşîst kirin.”

‘Komkujî bêyî hevkariya dewletên kapîtalîst pêknehatiye’

Kara diyar kir ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêngavek ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiye, seranserê cîhanê da destpêkirin û wiha pêde çû: “Dewletên faşîst bi hevkariya dewleta Tirkiye li Parîsê komkujiyek pêk anîn. Ev komkujî di kesayeta heval Sara de ku pêşengek destpêkê ya vê tevgerê bû, bi wî awayî êrişek li sê jinên pêşeng pêk anîn. Helbet mirov li vê derê divê wisa binirxîne, çima tevgera jinê? Ji ber ku tevgera PKK’ê tevgerak ji mirovahiyê zêdetir, tevgerek ku jinê ji bindestiyê xilas bike û bigihîne azadî û heqîqeta wê ye. Parêznameyên Rêbertî yên ku li Îmralî nivîsandî, mirov dikare bêje beşek wê giranî daye li ser azadî, îrade û artêşbûna jinê. Sîstema kapîtalîst jî ji vê hişmendî û pergala ku alternatîfa wan e ditirse. Dîtin ku wê di pêşengtiya tevgera jinê û felsefeya Rêbertî de pêkhateyek ya hişmendî bi pêş bikeve, ji ber wê êrişî navenda wê ango navenda ku vê felsefeyê belavî nava civakên Ewropa jî bike, kir. Raste dibe ku destê MÎT û dewleta faşîst tê de hebe, lê ev bêyî hevkariya dewletên kapîtalîst pêknehatiye. Xwe weke dewleteke demokrat, bi ewle û aram dibînin û di navendek wisa de pêkahatina êrişek bi vî awayî, rastî jî manîdar e û di derbarê vê de lêkolînek zêde nehat kirin. Ew kesê ku guman li ser heyî ev komkujî pêk anî hat girtin, ji bo ev komkujî neyê zelal kirin kuştin. Helbet encamên vê reşkujiyê carek din di 23’yê kanûnê de, li Parîsê li heman navendê komkujiya duyemîn pêk anî. Komkujiya Parîsê ne tesadûf e.”

Pêngava xwe nû dike û wê paradîgmayê belav dike

Yusuf Kara bal kişand li ser her du komkujiyan û wiha domand: “Bi taybetî hedefgirtina heval Sara, Fîdan û Leyla çawa bû, ya heval Evîn jî bi heman rengî bû. Li hemberî tevgera jinê, ji bo felsefeya Rêber Apo li nava civaka Ewropayê belav nebe, êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Em dibêjin we komplo li Rêberê me kir, ji bo ku hûn bikaribin di Rojhilata Navîn de kaosan çêbikin û gelan bi hev bidin qetilkirin ku heta îro jî bi heman rengî ye. Vê carê êrîşî sîstem û heqîqeta Rêbertî kirin, xwestin bi komploya duyem encamê bigirin. Hewl didin hem tevgera azadiyê, hem jî felsefeya Rêbertî ji hev belav bikin, lê dîtin her ku çû êdî civakên cîhanê jî xwedî li wê sîstem û paradîgmayê derdikevin. Karektera vê tevgerê mezin bû û pêşketina wê ya bi dayîna bedelan, gavên nû avêtine. Wan xwest bitirsînin ku ev sîstem di nava sîstema Rojhilata Navîn û cîhanê de belav nebe. Jixwe taybetmendiyek vê tevgerê ji tevgerên cîhanê cuda dike jî ew e ku pêngavan li ser bedelan davêje. Bi bersivdayîna xwîna wan şehîdan, pêngava xwe nû dike û wê paradîgmayê belav dike. Ji ber wê nikarin pêşî li belavbûna vê sîstemê bigirin. Sedemê xwe çi ye? Ji ber ku mafdar e û alternatîfa sîstema wan e. Eger di yek pêngavê de li 74 dewletan ji bo azadî, felsefe û heqîqeta Rêbertî ya gerdûnî, civak diqîrin û dimeşin, ev ji bin kontrolderketina gelan a sîstama kapîtalîst e.”

Yusuf Kara di dawiya axaftinên xwe de got: “Wek tevgera azadiyê pêwîstî bi xebatek hîn xurtir ku layîqê van şehîdan bê kirin, heye. Ji ber ku bi milyonan kurd hene. Pêwîste xwe di heqîqeta wan jinan de bi pêş bixin, ji bo vê zanebûnê gerdûnî bike jî divê bi dost, demokrat ên ku tevgera me û Rêbertiya me dişopînin xebatek hîn berfirehtir bidin meşandin. Eger me Rêbertiya vê hişmediyê bi fîzîkî azad kir, wê demê em ê bêjin me jî hem rol, mîsyon û heqîqeta vê di kûr de têgihişt û hem jî bersiv da van bedelên ku di vê oxirê de li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîzm serî netewandin û canê xwe feda dikin. Wê demê em ê bêjin me ev paradîgma bi pêş xist û belav kir. Wek kurd mîsyona me ji bo em bikaribin rastiya xwe di nava civaka cîhanê de bidin naskirin, pêwîste em hîn zêdetir di pergala heqîqeta xwe de xwe serwext bikin. Em ê wê demê bêjin me hem bersiva Sara û Evînan da û hem jî me Rêberê xwe bi şêwazekî fîzîkî azad kir. Her wiha em ê bêjin em hem li Kurdistanê û hem jî li cîhanê bûn alternatîfa sîstemên ku îro civakan bi hevdu didin qirkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar