Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Ji bo gel ji vîrûsê biparêzin, em derfetên xwe seferber dikin’

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemmed Nûredîn diyar kir, piştî destpêkirina êrişên dewleta Tirk bi hezaran kesî koçî Reqayê kirin û got, li gorî îmkanên xwe ew hewl didin ku gel ji vîrûsê biparêzin.

Piştî ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, beşek ji gelê herêmê koçî Reqayê kir. Rêveberên Reqayê hewl didin gel ji vîrûsa koronayê biparêzin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di sala 2018’an de Reqa ji DAÎŞ’ê rizgar kiribûn. Piştî ku hate rizgarkirin Meclîsa Sivîl a Reqayê hate avakirin. Meclîs hewl dide bersivê bide pêwîstiyên gel ên ji şer zerar dîtiye. Reqayê her wiha deriyên xwe li gelek mirovan vekiriye, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mane ji cih û warê xwe koç bikin. Her wiha gelek penaberên du salên dawî ji Idlibê koç kirin xwe li vî bajarî girtine. Li Reqayê ku nifûsa xwe 800 hezar e, zêdeyî 75 hezar penaber hene.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemmed Nûredîn diyar kir ku ev rewş barekî giran dide ser milê Reqayê û destnîşan kir, tevî zor û zehmetiyan ji bo karibin alîkariyê bi gelê Reqayê û penaberan re bikin, wan derfetên xwe seferber kirine. Nûredîn anî ziman, di dema şerê rizgarkirina Reqayê de beşeke mezin a bajêr zerar ji şer dît û got, “Gelek avahî û xanî xera bûn. Piştî pêngava rizgarkirinê, Meclîsa Sivîl a Reqayê ava bû. Bi vî rengî me hewl dan bersivê bidin pêwîstiyên gelê Reqayê. Her wiha me deriyên xwe li penaberan vekirin ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Ji Idlibê gelek penaber hatin. Her wiha ji ber êrişên dagikeriyê yên vê dawiyê ji Girê Spî û Serêkaniyê gelek mirov hatin. Penaberên li nava Reqayê bi sê beşan bi cih bûne. Beşek ji wan li kampên ji konan, beşek li gundan û beşek jî li xaniyên hilweşiyayî yên li navenda bajêr. Wekî din şêniyên Reqayê yên ji ber dagirkeriya DAÎŞ’ê ji Reqayê koç kiribûn û li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bûbûn vegeriyan. Li vê derê çend malbat bi hev re li xaniyekî dimînin. Bi navê Meclîsa Reqayê çi ji destê me tê em ji bo gelê Reqayê û penaberan dikin.”

Gelê Reqayê dibe alîkar

Nûredîn diyar kir, di çarçoveya biryarên Rêveberiya Xweser de ew hewl didin ji bo parastina gel tevdîran werbigirin û got, “Piştî ku vîrûsa korona li cîhanê belav bû Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin biryar da. Bi navê Meclîsa Reqayê me jî ev biryar bi cih anîn. Ji bo gava destpêkê jî me dibistan û sazî hemû dezenfekte kirin. Li nava bajêr jî me navendên karantînayê ava kirin. Ev navend hem bi personelên xwe yên tenduristiyê hem jî bi cîhazên xwe amade ne. Di rewşeke gengaz de wê nexweş li van navendan bên bicihkirin û piştre ji bo tedawîkirinê bibin deverên ewle. Tevî vê yekê ji bo gel vîrûsê nas bike û xwe jê biparêze, em karê agahdarkirinê dimeşînin.

Ji bo gel ji malên xwe dernekeve tevdîr hatin wergirtin. 24 hezar paketên alîkariyê li gel hatin belavkirin. Rêveberiya xweser jî piştgirî da malbatên ku rewşa wan nebaş e. Bêguman ev hemû bi rêya meclîsü, komun û komîsyonan hatin kirin. Di vê demê de asayîş ji bo ewlekarî û tenduristiya gel gelekî xebitî. Bi navê Meclîsa Reqayê em spasiya wan dikin. lİ gel vê yekê xebatkarên tenduristiyê û doktor li her navendeke tenduristiyê û nexweşxanaya Watan, bêpere xizmeta tenduristiyê didin. Em spasiya wan jî dikin. Ji ber ku keda wan mezin e.

Ji bo di dema xwe de dest li rewşeke lezgîn bê werdan me komîteyeke krîzê ava kir. Her wiha ketin û derketina ji bajêr jî bi xurtî tên kontrolkirin. Tîmên şaredariya Reqayê jî ji bo li dikan û bazaran kontrola buhayê alavan bikin, timî dixebitin. Ji xwe tîmên ku bajêr timî paqij û dezenekte dikin hene. Firinên me dixebitin. Beşek ji nexweşxaneya Watanê ji bo karantînayê û tedawîkirina nexweşên vîrûsa koronayê hate amadekirin. Wekî din ji bo perwerde qut nebe KPC wê li ser înternetê perwerdeyê bide. Di vê demê de gelê Reqayê bi rastî jî ji me re gelekî bû alîkar. REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar