Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo girtiyên nexweş çalakî pêk hatin

Li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê ÎHD’ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xist

Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 366’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’ê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û wêneyên girtiyên nexweş hildan. Vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê Nexweş Aydin Çubukçu.

Endamê Komîsyonê Mehmet Acattîn daxuyanî da û bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven di roja 143’yemîn de didome û her ku diçe çalakî belav dibin. Acattîn got ku astengkirina cenazeyên kesên li girtîgehê çalakiyên fedayî pêk anî birînek kûr di dilê mirovahiyê de vekiriye. Acattîn diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê dawî li vê îşkenceyê were.

Acettîn da zanîn ku Aydin Çubukçu 60 saliye û nexweşîna wî giran e û niha li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin. Acettîn anî ziman ku dermanên Çubukçu nadinê û xwest ji bo dikaribe li derve tedawiya xwe bike divê demildest were berdan.

ÎHD’a Îzmîrê bi daxwaza “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hefteya 474’emîn li navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de aktîvîstên mafên mirova bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Aygul Kapçak a 24 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyanî xwend û behsa rewşa Kapçak kir û xwest ji bo mafê dermankirinê demildest were berdan.

Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Edeneyê jî li Parka Înonu çalakiya heftane li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz û gelek kes beşdar bûn. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Berdevka Komîsyonê Zelal Demîray daxuyanî xwend û behsa serpêhatiya Mehmet Emîn Ozkan ê bi hêceta kuştina Bahtiyar Aydin ê di 1993’an de li Licê hat kuştin girtî ne kir.

Demîray anî ziman ku Ozkan di lîsteya nexweşên giran de ye û nikare tu pêdiviyên xwe rojane pêk bîne û êdî mirovan ji hev nas nake. Demîray diyar kir ku li gel Nexweşaneya Amedê rapora ji sedî 87 daye Ozkan jî nayê berdan û bi rapora Saziya Tiba Edlî ku da girtî ne. Demîray ji bo berdana Ozkan banga lezgîn kir û got ku bêyî ku tiştek din bibe bila demildest bê berdan. STENBOL/ÎZMÎR/EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar