Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin

Di çalakiya “Rûniştina F” yê ya li Stenbolê de ji bo girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşê Wernicke Korsakofê ye û di çalakiya Enqereyê de jî ji bo girtiyê nexweşê penceşêrê Mûstafa Aytaç banga berdanê hate kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 645’emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xistin. Çalakî, li pêşiya avahiya şaxê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e, bi nexweşiya Wernicke Korsakofê ketiye û li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyên nexweş berdin” hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.

Endamê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û got ku Yaşar di sala 1996 û 200’ê de ketiye çalakiya rojiya mirinê ya li girtîgehan û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Barût, wiha dom kir: “Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Etfalê ya Şîşliyê di rapora xwe ya sala 2006’an de got ku Taşar ji sedî 68 astengdar e. Dema di bin çavdêriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) de tedawiya pirsgirêkên norolojîk û KOAH’ê dibû hate girtin. Parêzer dibêjin ku heke neyê berdan, dê pirsgirêkên jêneveger bijî. Divê Mûstafa Yaşar û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan û mafê wan ê jiyanê bê parastin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 517’an de de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin.” hate hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Aytaç ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê tê ragirtin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen, da zanîn ku Aytaç li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra lenfomayê ketiye û dest bi tedawiya kemoterapiyê kiriye. Çevîrmen, da zanîn ku piştî tedawiyê Aytaş dîsa li girtîgehê hatiye veguhestin û wiha got: “Dema Aytaç li girtîgehê şert û mercên hîjyenê tune ne. Her wiha divê piştî tedawiya kemoterapiyê sexbêrkirina wî taybet be. Lê ji ber ku ji van bêpar e, tedawiya wî baş pêş neket. Piştî kemoterapiyê dîsa pet hatiye kişandin û hatiye tespîtkirin ku tedawiyê tu encam bi xwe re ne anîne. Piştre dîsa birin nexweşxaneyê.”

Çevîrmen, da zanîn ku Aytaç niha li Beşa Hemotolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Afyonê tê tedawîkirin û wiha pê de çû: “Piştî kemoterapiyê dereceyên xwîna wî dikevin, nikare baş xwarinê bixwe û ji ber ku cihê lê dimîne ne bihîjyen e, ev yek bandoreke neyînî li ser tenduristya wî dike. Hevjîna wî dixwaze xwarinan jê re bîne lê destûr nayê dayin. Tenê heta astekî destûra xurekên biambalaja girtî werin dayin. Her wiha di mijara serşûştin û sexbêra paqijiya şexsî de zehmetiyan dikişîne. Neçar dimîne ku serê xwe li daşira nexweşxaneyê bişo. Divê Aytaş emeliyat bibe. Tedawî maf e û divê ji ber mafê jiyanê tavilê were berdan.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî got ku AKP rewşa girtiyên nexweş nake rojeva xwe û vedihêle. Bozdag, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mafê tedawiyê yê gelek girtiyên nexweş tê astengkirin. Divê tedawiya van girtiyan birêkûpêk were kirin. Dema vedimîne, rê li ber xetereyên mezin vedike. Lewma divê bi hûr û kûr tevbigerin. Neberdana girtiyên nexweş û zexta tedawiya di şertên girtîgehê de, hewldana cînayetê ye. Binpêkirina mafê jiyanê ye. Divê girtiyên nexweş bên berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar