Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’

KJK bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pêngava azadiyê ku di kongreya xwe ya 8’emîn de bi dirûşma ‘Soza me ye; em pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apor re bi azad bijîn’ dane destpêkirin, gihiştiye qonaxeke nû û bi pêşengiya qadên civakî bûye xwedî aliyên nû

Têkildarî pêngava ‘Soza me ye; Em pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azad bijîn’ hatiye destpêkirin, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi felsefeya rizgariyê û tevgera Ocalan  têkoşîn hatiye ber qonaxeke nû.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Di van şertên faşîzmê de ku modernîteya kapîtalîst gihaştiye asta bi giştî qira civakê bîne, ne tenê mirovan, hemû nirxên mirovahiyê tune dike, bi felsefeya rizgariyê û tevgera Rêber Apo re, em hatine qonaxeke nû ya têkoşînê. Pêngava azadiyê ku me bi kongreya 8’an a KJK’ê bi dirûşma ‘Soza me ye; Em pergala Îmraliyê parçe bikin, bİ Rêber Apo re bi azad bijîn’ dayî destpêkirin, gihaştiye qonaxeke girîng, bi pêşengiya qadên civakî bûye xwedî aliyên nû.

Rejîma faşîst û qirker di şexsê Rêbertî de, nirxên azadî, demokrasî û mirovî yê civakê desteser dike û êrîşê giran dibe ser. Êrîşên giran ên leşkerî, siyasî, îdeolojîk didomin, mêtingeriya zîhnî û andî tê berbelavkirin. Berxwedana li dijî faşîzmê tim bûye rojeva me ya pêşî, li ser vê bingehê bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê dest pê kirine û pêl bi pêl berbelav bûne. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku berxwedan bi serfiraziyê bi encam bûye, bi vîn û hişmendiyeke dîrokî 200 rojî dom kiriye. Rûmeta mirohiyê, eniya nirxên azadî û demokrasiyê bi vê berxwedanê re qeyîm û tûj bûye.

Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neye dê tecrîd bi temamî neşikê

Rêber Apo gotiye divê giranî bidin rêxistiniya civakî, çalakiya civakî, avakariya civakî û bi hîkarî rêveberina têkoşîna demokratîk wê encam were standin û dawî li çalakiyan aniye. Tişta ku dijmin bi tecrîda teqez aramanc dikir ew bû ku hemû civakê di rikiheke hesinî de bi cih bike. Ev rikih hatiye şikandin. Rasteqîninya milîtanî û civakî ya ku bi berxwedanê bi ser dikeve û hêviyê çêdike, bi vê çalakiyê re careke din derketiye holê. Lê tecrîd îro jî didome. Heta ku Rêber Apo azad nebe, tecrîd bi temamî dê neyê şikandin.

Pêngava me tê wateya bi rêxistinbûn û tevgerbûna jinan

Ev serdem serdema wê ye ku paradîgmaya jinê jidayik bibe û bibe xwedî pergal. Di vê krîz û kaosê de ku em dijîn, êşa bûyîna serdemek nû, arinca wê, hovîtiya wê, hilweşîn û geşedanên wê, lehengiyên wê, bi mezinbûn û berzbûnên xwe di nav hev de tê jiyîn. Şerê ku vê sedsalê em dijîn, hovîtiya aqilê mêr nîşan dide. Ev hemû ji bo emperyalîstan dibe şerê rizgarkirina pergala xwe, ji bo çewisandiyan, jinan, gelan dibê şerê avakirina pergala demokrasî û azadiyê. Em KJK dibêjin, ev serdema nû wê bibe serdema jina azad. Em serdemên cidî, xurt ên jinê dijîn. Pêngava ‘Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ ku jinan daye destpê kirin, vegotina wê ye ku jin ketine nav rêxistinî û çalakiyê. Li hemû devera Kurdistanê, bi pêngaveke nû, mudaxeleya jinan a li pêvajoyê ye. Bi girîngiyeke jiyanî ye ku jin ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya civakî têbikoşin, li dijî şerê dagirkirinê û siyaseta qirkirinê rawestin, bi gotin û çalakiya xwe bibin xwedî pratîkeke mezin. Em KJK pêngava bi dirûşma ‘Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ ku li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dest pê kiriye, silav dikin. Ev pêngava jinan wê maneya ku me li serdemê bar kirî pratîze bike, bi avakirina azadiya civakî bersiva xwe bibîne. Tevlêbûna jinan a ji hemû beşên civakî û lê xwedîderketina xurt, wê li dijî şerê qirkirina jinê û civakê were maneya ‘raweste.’

Pêngav her wiha pêngava avakirina civakî ye. Avakirina civakî bi rêxistiniya qada polîtîk dest pê dike. Rêxistiniya qada polîtîk, tê maneya bi têrîxwekirinê, hişmendiya xwe û xwebûnê li her qada jiyanê mirov bibe kirde. Civakeke ku têrî xwe dike, hewcehiyên xwe tespît dike, kar û barê xwe bi rêk û pêk dike û di vê rêyê de tevdigere, ruh û navika neteweya demokratîk e. Ji ber vê jî, avakirin, çêkirin, afirandin û lêkûrbûna ramanî dixwaze û her wiha hewce dike ku bi lêkûrbûnê xwe ji ya berdest mirov xwe xilas bike. Ango bi zekaya azad û nerm şoreşa hişmendî çandî, sincî û wijdanî dikare were kirin. Bi tevgerîna bi rêgeza hişmendiya gewherî, hêza gewherî û têrîxwekirinê û bi avakirina sazûmaniya wê, esasî ye ku mirov bi asta azweriyê pêgirê nirxên demokratîk û jiyana azad be. Pêvajoya avakirina civakî ji vî alî ve, tê maneya azadbûna civakê ya ji hêla zîhnî, çandî, sincî û polîtîk û rêxistinbûnê. Civakeke ku bi vê şêwazê rêxistiniya xwe kirî hem li bara êrîşên dijmin wê têk neçe û hem jî, li dijî dijmin ji ber ku tim wê bi xweparastinê be, wê azadiya xwe jî pêk bîne.”  BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar