Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Ji bo guherînek radîkal dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

Nivîsa Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ya di Rojnameya Serxwebûnê de hatiye weşandin, li ser hilbijartinên 14'ê Gulanê ye û dibêje: "Yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka komarê ye." 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK Besê Hozat, dema ku ev nivîs hate weşandin, diyar e em ê di rojên 1’ê Gulanê û 6’ê Gulanê de bin. 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cihanî li çîna kedkar û karkeran, li gelê me û gelên me pîroz dikim. Ruhê 1’ê Gulanê wê teqez bi xurtî bandorê li hilbijartinên 14’ê Gulanê bike, wê ev desthilatdariya talanker, diz, faşîst û mêtinger hilweşe.

6’ê Gulanê salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî ye. Di heman demê de sala 1996’an li hemberî Rêbre Apo li Şamê komplo hate kirin. Ev mejiyê komploger û kujer bi tifaqa faşîst nijadperest a AKP-MHP’ê re gihîştiye asta herî bilind. Em vê siyasetê û vî mejî bi tundî şermezar dikin, Denîz Gezmîş û hevrêyên wî, hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku li dijî komploya 6’ê Gulanê li navenda Dersimê çalakiya fedaî kir, bi rêz, hurmet û hezkirinê bi bîr tînin. Têkoşîna PKK’ê li ser mîrateya van şoreşgerên mezin bi pêş ket û gihîştiye vê astê. Tifaqa Ked û Azadiyê bûye bersiveke gelekî bi wate ji vê kevneşopiya berxwedêr re.

‘PKK’ê pêşî li serketina qirkirinan girt’

Hilbijartinên 14’ê Gulanê yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka komarê ye. Sedema bingehîn a girîngiya mezin a vê hilbijartinê ew e ku rejîma faşîst qirker a AKP-MHP’ê dixwaze bi rêya vê hilbijartinê xwe mayinde bike. Ev rejîma faşîst li ser bingeha temamkirina qirkirnia kurdan, dixwaze ku salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê û komarê bi rejîma dîktatoriya faşîst a destûra bingehînî tacîdar bike. Eger desthilatdariya faşîst di hilbijartinê de bi ser bikeve, faşîzm wê bi temamî bi sîstem bibe û polîtîkaya tunekirin û qirkirina kurdan, konsepta şerê topyekûn hîn kûrtir bibe.

Rejîma faşîst ji bo polîtîkayên qirkirinê rewa bike dixwaze hilbijartinên 14’ê Gulanê bi kar bîne û pêwîstiyê bi vê yekê dibîne. Ji ber ku ev rejîma li hundir û derve şer dike, êdî bi pirsgirêkeke mezin a rewatiyê re rû bi rû ye, teşhîr dibe. Vê desthilatdariyê Tirkiye xistiye nava krîzeke giran a siyasî, aborî û civakî. Hemû çavkaniyên aboriyê yên Tirkiyeyê li şer xerc kiriye. Di rewşeke welê de ku bi sed hezaran mirov li bendê bûn ku ji binê xirbeyan bêne rizgarkirin, leşker, polîs û jenderme kurd dikuştin, hewl didan muxalefeta demokratîk bitepisînin û îşkenceyê li jinan bikin. Ev desthilatdariya faşîst a ku rewabûna xwe nema ye hilbijartinê weke hilbijartineke man û nemanê dibîne û weke pirsgirêka mayindebûnê ya desthilatdariya Erdogan dinirxîne. Ev hilbijartin ne tenê ji bo desthilatdariya faşîst girîng e, di heman demê de ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji ber ku ev hilbijartin derfetê dide ku ji rejîma faşîst a qirker bê rizgarkirin. Di serî de gel û jin, divê bindest, alîgirên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi vî rengî nêzîk bibin. Ya ku vê hilbijartinê girîng dike ew e ku ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst û destpêkirina pêvajoyeke nû firsendê dide gelan, jinan, hêzên demokratîk ên şoreşger.

Bêguman dewleta tirk bi pêvajoya desthilatdariyê ya bîst salan a AKP’ê veguherî karakterekî faşîst. Felsefeya damezrandinê ya sîstema dewleta netewe ya tirk a ku sed sal tijî kiriye, qirkirina kurdan, înkarkirina baweriya elewiyan, asîmîlasyon û tunekirina hemû nasnameyên cuda ye. Di bingeha vê dewletê de, di felsefeya wê de ev feraset û mejiyê qirkirinê her tim heye. Plana Şark Islahat a di salên destpêkê yên dewletê de hate amadekirin, bi rengê polîtîkayên qirkirinê yên bi rêk û pêk heta niha dewam dike. Komkujiya Koçgirî ya sala 1921’ê, darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî di sala 1925’an de, Qirkirina Agirî-Zîlan a 1931’ê û Qirkirina Dersimê ya 1938’an, her wiha Komkujiya Mereşê ya sala 1978’an û êrîşên qirkirinê yên di demên cuda dewam kir. Ji xwe PKK weke tevgera raperînê ya polîtîkayên qirkirinê yên vê dewletê dest bi têkoşînê kir. Têkoşîna bi heybet a PKK’ê ku nîv sedsale dimeşîne, pêşî li serketina van polîtîkayên qirkirinê girtiye.

Faşîzma kesk-tarî-spî

Tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ji bo jiholêrakirina astengiya PKK’ê ya li pêşiya polîtîkayên qirkirinê ava bûye. Ev tifaq ji bo wê yekê ava bû ku şert û mercên Şerê Cihanê yê 3’yemîn, kaos û bêaramiya ji ber vî şerî rû daye veguherîne firsendê û kurdan qir bike, ava bûye. Ev gtifaqa nijadperest-faşîst ku navê ‘Kizil Elma’ li xwe kiriye, 8 sal in bi binpêkirina pîvan û hiqûqa navneteweyî, bikaranîna çekên qedexekirî jî di nav de hewl da ku polîtîkayên qirkirinê bibe serî. Qirkirina kurdan weke dozeke pîroz û pirsgirêka mayindebûna dewletê pênase kiriye. Ev tifaqa ku Rêber Apo weke faşîzma kesk-tarî-spî pênase dike, feraseta Îttîhat Terakkî ya sedsala 21’ê temsîl dike û dixwaze polîtîkayên qirkirina kurdan ên sed salî bi cih bîne, bi ser bixîne. Dixwaze feraseta dewlet-desthilatdariyê ya senteza tirk-îslamê ya vê serdemê, bi qirkirina bi temamî ya kurdan sîstema netewe dewletê ya tirk bi şêweyê dîktatoriya faşîst jinûve ava bike. Bi vê têgihiştinê êrîşî nirxên kurdan hemûyan dike. Bombe li goristanan barand, îşkence li cenazeyan kir, hestiyên zarokên wan di hundirê qutiyê de ji malbatên wan re şand. Tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekon ji bo şikandina îradeya berxwedanê ya gelê me û teslîmgirtina wê, êrîşên ku nayê bîra kesî, rêbazên şerê taybet meşand û nebaşiyên giran kir. Veguherî şebekeyeke nebaşiyê ya rêxistinbûyî.

Sîstema tecrîd û îşkenceyê ya 24 sal in li Îmraliyê dimeşîne, ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ve kirin mutleq û sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya civaka Kurdistan û Tirkiyeyê belav kir. Têkiliya Rêber Apo ya bi derve re bi temamî hate qutkirin. Her roj agahî û îdîayeke nû danî holê û bi vî rengî hewl da ku tevgera me û gel bixin nava fikareke mezin. Li hemberî Rêber Apo şerekî taybet-psîkolojîk ên bi rêk û pêk ku di dîrokê de nehatiye dîtin, dimeşîne. Xwest ku bi şikandina îradeya Rêber Apo Tevgera Azadiyê û gel teslîm bigire. Rêber Apo bi sekna xwe ya li hemberî zextê û têkoşîna Tevgera Azadiyê û berxwedana gelê me ev polîtîka têk birin. Lê belê faşîzm li gel vê seknê jî dest ji polîtîkayên xwe berneda. Vaye bi hilbijartinên 14’ê Gulanê re dixwaze hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê mayinde bike û bi ser bixîne.

‘Dewleta tirk bi alîkariya PDK a xayin beşeke girîng a başûrê Kurdistanê dagir kiriye’

Nebaşiyên ku vê desthilatdariya faşîst li gelê me û pêşengên wê kiriye bi jimartinê naqedin. Çekên taktîk nukleer û kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn li gorî hiqûqa şer çekên qedexekirî ne. Lê belê dewleta tirk a mêtinger qirker li pêş çavên cihanê van çekên qedexekirî rojane bi dehan caran, bi sedan caran bi kar tîne. Artêşa tirk ku nekarî îradeya gerîla bişikîne û planên xwe pêk bîne, bi çekên qedexekirî û piştgiriya PDK a xayin beşeke girîng a başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Li aliyê din desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi piştgiriya ji PDK’ê wergirtî hewl da ku şerê xwe yê qirkirinê rewa bike, bi DAIŞ û dûvikên wê re tifaq kir û beşeke girîng a bakurê Sûriyeyê dagir kir. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, demografiya wê guhert, dibistanên tirk lê vekir, hînbûna tirkî ferz kir û bi rengekî aşkere qir kir.

‘Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina pir alî dike’

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li gel êrîşên leşkerî, çandî, ekolojîk û aborî her wiha êrîşên qirkirina siyasî jî bi piralî dewam kir. Hemû Şaredariyên HDP’î desteser kir. Mirovên hatin hilbijartin xistin zindanê, heqaret li îradeya bi milyonan mirovan ên hilbijartî kir û îradeya wan tune hesiband. Bi hezaran mirov ji wezîfeya wan îxraç kir. Zindan kirin îşkencexane. Bi sedan girtiyên bi nexweşiyên giran li zindanê hişt, bi dehan qetil kir. Bi sedan şoreşgerên ku sih sal in girtî ne, tevî ku cezayên li wan hate birîn qediya ye jî nayên berdan, li zindanê têne hiştin.

Doza girtina HDP’ê jî weke encameke êrîşên qirkirina siyasî kete rojevê. Ev êrîş hemû bêguman ji bo şikandina îradeya berxwedanê ya gel têne kirin û parçeyek ji konsepta qirkirinê ne. Di rewşa heyî de êrîşên faşîzmê li dijî tevahiya civakê belav bûne. Di nava civaka Tirkiyeyê de jî nerazîbûneke mezin li hemberî faşîzmê heye. Me ev yek di dema erdhejê de bi şênberî dît. Erdheja 6’ê Sibatê ya li Kurdistanê, rastiya dijberyia civakê ya desthilatdariya faşîst û dewleta mêtinger qirker bi şênberî raxist pêş çavan. Dema ku erdhej pêk hat, dewletê di rojên destpêkê de tiştek nekir, alîkarî nebir tu cihî û destwerdan nekir. Li cografyeyeke ku 20 milyon mirov lê ne mirov li pêş çavan di nava mirinê de hatin hiştin. Bi deh hezaran kes di binê enqazan de ji birçîbûnê, sermayê jiyana xwe ji dest dan, hatin kuştin. Dewletê hem alîkarî nekir, hem jî dest li gel û saziyên civakî yên sivîl werda ku bi alîkariyê ve çûn û nehişt alîkarî bigihêje qadên erdhejê. Gel, saziyên rêxistinbûyî yên gel, jinan, rêxistinên civakî û partiyên muxalefetê li ber van astengiyan rabûn û bi zorê xwe gihandin qadên erdhejê, alîkarî dan gel. Bi saya vê alîkariyê û piştevaniya civakî mirovên mayî hatin rizgarkirin.

Tifaqa faşîst polîtîkayên bi heman rengî yên tunekirin û talankirinê li hemberî xwezayê jî meşand. Bi polîtîkayên rant û talanê li corafya Kurdistanê û Tirkiyeyê talaneke mezin kir. Li Kurdistanê polîtîkayên qirkirina xwezayê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê hate meşandin. Bi bendavan çavkaniyên avê hatin çikandin, ji bo dorpêçkirina gerîla herêm ji hev qut kirin. Di encama van polîtîkayan de hevsengiya xweza û avhewayê xera bû, gelek cûreyên zindiyan tune bûn. Bi dehan gund, bax, bexçe, mîrateya çandî ya dîrokî di binê avê de hatin hiştin. Bi jiyana xwe, bi çanda xwe dîrokek ji holê hate rakirin. Talankirina daran, çêkirina ben davan, kanên madenê, êrîşên talan û qirikrinê ji bo tunekirina qadên jiyanê bûn.

‘Divê jin hesab ji vê faşîzmê bixwaze’

Heman zilm û polîtîkayên qirkirinê li dijî jinan hîn bi rengekî metirsîdar hatin meşandin. Faşîzm ji xwe bi bingehînî dijminê jinan e. Îdeolojî, felsefe û polîtîkaya xwe bi temamî xwe dispêre dijminatiya li jinan. Zayendîperestî kir polîtîkaya bingehîn, civak ji bo rewakirina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Jin a kolekirî-civak a kolekirî ji bo vê desthilatdariyê tenê amûreke ku ji bo mayindebûnê û desthilatdariyê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst êrîşî têkoşîna rêxistinî ya jinan dike. Têkoşîna azadiya jinan civak kir çavkaniya jiyanê. Jin a têkoşer di nava civakê de jî hişmendî û îradeya têkoşînê diafirîne. Desthilatdariya faşîst bi hezaran jin ên şoreşger, siyasetmedar û aktîvîst girt. Tundiya li jinan, komkujiya li jinan gihîştiye asta herî bilind. Destkeftiyên ku jinan bi berdêlên giran û têkoşînê bi dest xistin, hewl dan ji holê rakin. Bi tundî êrîşî pêşengên jinan, sazî û rêxistiniyên jinan kirin, hewl dan ku îradeya têkoşînê ya jinan tune bikin. Aşkere ye ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevgera jinan gelekî xurt bûye, bandorê li civakê û siyasetê dike. Faşîzm ji vê asta têkoşîna jinan ditirse, ji hêza wê ya guhertina demokratîk a di nava siyasetê de ditirse. Hilbijartin pêvajoyeke dîrokî ye ku hesab ji vê desthilatdariya dijminê jinan bê pirsîn.

‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’

Lewma hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên hesabpirsîna ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye ji ber talan û qirkirina li ser gelên Kurdistan û Tirkiye, jin, ciwan, kedkar û xwezayê kiriye. Ji vê jî wêdetir hilweşandina desthilatdariya faşîst-nijadpreest wê polîtîkayên qirkirinê bişikîne û zemînê têkoşîna demokratîk xurt bike. Bêguman ev hilbijartin wê polîtîka û mejiyê qirker ê dewleta tirk bi temamî têk nebe. Lê belê wê zemîneke berfireh a ji bo têkoşîna demokratîk biafirîne, wê dînamîkên têkoşînê û derfetên wê ava bike. Lewma hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo şikandina rejîma faşîst qirker wê bibe pêvajoyeke gelekî girîng.

Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana fedaî ya bi rûmet a gerîla, têkoşîna gelê me û jinan, kir ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk a faşîst bi ser nekevin û desthilatdariya faşîst-nijadperest a AKP-MHP’ê ya qirker xist pêvajoya hilweşînê. Îradeya berxwedanê ya gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna ku salek tijî kir, derbeke mezin li planên qirêj ên dewleta tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê xist. Berxwedana gerîla dînamîkên berxwedanê yên civakî her tim xwedî kir. Encama berxwedana Zapê, peyama ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ bû ku gelê me jî di Newrozê de da. Berxwedana gerîla bandoreke kûr li hemû beşên civakî û siyasî kir. Her kes qebûl dike ku têkoşîna herî mezin a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd, gerîla, gelê me û jinan ve hatiye dayin û li pêşiya mayindebûna faşîzmê bûne asteng. Vê berxwedanê gelekî bandor li civaka Tirkiyeyê kir.

‘Divê kes nekeve helwestên neteweperest ên teng ên ku Tifaqa Ked û Azadiyê qels dike’

Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê bi têkoşîneke topyekûn û têkoşîna demokrasiyê ya ku gelê me wê bi hêzên sosyalîst û demokratîk re bimeşîne pêk were. Tifaqa Ked û Azadiyê di vê wateyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Girîng e ku mirov nekeve nav helwestên ku Tifaqa Ked û Azadiyê teng û lawaz dike û xwe ji têgihiştinên teng yên neteweperestiyê dûr bixe. Em dibihîzin ku hin derdor hene ku dibêjin ev tifaq ne hewce ye, hêzên îttîfaqê biçûk dibînin û têgihiştin ku tifaqa kurdan bes e. Ger niyeteke xirab tune be, têgihiştin û nêzîkatiyên bi vî rengî berhema asoyên teng, nêzîkatiyên teng ên neteweperestî, seranser û bi bertek in. Eger em rastiya pirsgirêka kurd, diyalektîka têkoşîna civakî û rastiya siyasetê bixin qaliban wê şaşiyek mezin be. Eger bi niyeta xerab bê kirin jî, jixwe nîşan dide ku hûn hêmaneke şerê taybet ê pergala qirkirinê ne. Dewleta tirk ev sed sal in ku vê polîtîkayê dimeşîne, hewl dide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan ji hev qut bike û kurdan tecrîd bike.

Felsefeya damezrandina dewleta tirk li ser înkar û îmhaya kurdan û nasnameyên neteweyên cuda ye. Çîna serdest a tirk ev sed sal in ku li Tirkiyeyê desthilatdar e, civaka Tirkiyeyê bi îdeolojiya neteweperest a nîjadperest jehrî dike, hest û hewldanên wê bi kar tîne û hemû çavkaniyên Tirkiyeyê di şerê qirkirina kurdan de bikar tîne û Tirkiyeyê bi rêve dibe. Desthilatdarên tirk ev polîtîka kirine zagona bingehîn a li ser desthilatdarî mayîn. Kesên li dijî vê qanûnê ku weke peymana tirkbûnê tê îfadekirin derdikevin, weke dijmin hatine îlankirin û xwestine wan biperçiqînin. Ji ber vê jî bi tundî êrîşî projeya HDP’ê kirin.

HDP, Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê ku têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne û vegotina siyasî ya rêxistinbûyî ya vê têkoşînê ye, di avabûna dewleta înkarker û tineker de şikestinek çêdikin û bi vî rengî zemînê ji avakirina komara demokratîk re datînin. Nêzîkatiyên teng ên netewperest ku di salên borî de hewl dan HDP’ê bixin nava Kurdistanê û bikin partiyeke Kurdistanî, di lawazkirina HDP’ê de rol lîstin. Nêzîkatiyên seranser û teng ên ku ji hişmendiya dîrokî dûr in û qanûnên damezrîner ên dewleta tirk jî tam nizanin, ji xeynî xizmeta zîhniyet û polîtîkayên dijminatiya kurdan tu encamekê nadin. Nêzîkatiyên bi vî rengî zirareke mezin dide gelê me û têkoşîna wî. Ya rast ew e ku; Yekitiya têkoşînê ya di navbera gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de çiqasî pêş bikeve û xurt bibe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê wê ewqasî bi ser bikeve.

Di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, di çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehê demokrasiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de rola têkoşîna hevpar a civakî girîng e. Hêza hevpar a berxwedan û têkoşînê ya civakî hêza sereke ye ku wê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirîne. Aşkere ye ku cewhera rizgariyê û avakirina sîstemeke demokratîk di nava berxwedaneke topyekûn a civakî ya yekbûyî de ye. Lê belê têkoşîna siyasî di heman demê de qadeke girîng a têkoşîna civakî ya yekbûyî ye. Zemînên têkoşîna di qada siyasî de bi têkoşîna civakî ya bi dehan salan derketiye holê. Qada têkoşîna siyasî ya legal helwestek e ku di encama têkoşîneke mezin a nîv sedsalê dom kir de hatiye bidest xistin. Ev çeper qada ku siyaseta demokratîk, têgihiştin û vîna çareseriya siyasî ya sêyemîn a li dijî zîhniyet û siyaseta faşîst a qirker eşkere dike ye. Ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk qada têkoşînê ya girîng e. Bi xurtkirina vê qadê û têgihîştina xeta sêyemîn a siyasî, wê di siyaseta qirker a qirkirinê de şikestineke mezin çêbike. Di vî warî de divê girîngiyeke mezin bidin qada têkoşîna siyaseta legal.

Bi taybet hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulana 2023’yan, ji bo şikandina siyaseta qirker a faşîst wê xwedî girîngiyeke mezin be. Ev rastiya ku hêzên şoreşger ên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ketin hilbijartinê, di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de yekem car e. Ev tifaq ji bo gelan, jinan, ciwanan, baweriyên bindest bi taybetî jî ji bo Elewî û kedkaran hêzeke têkoşînê ya pir bi nirx e. Ev tifaq ne tenê tifaqeke hilbijartinê ye. Tifaqa têkoşînê ya ku encamên wê yên dîrokî bi xwe re tîne, bi armanca demokratîkkirina Tirkiyeyê û têgihîştina siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê serdest e. Di civaka Tirkiyeyê de daxwaza guhertin, demokrasî û azadiyê pir xurt e. Daxwaza guherîna civaka Tirkiyeyê ji bo pêşxistina Tifaqa Ked û Azadiyê firsendeke mezin e.

Tirkiye di asta derzeke dîrokî de ye. Di vê xalê de zîhniyet û siyaseta dewletê ya nîjadperest, mezhebperest û zayendperest li pêşberî têkoşîna azadiyê îflas kir. Li Tirkiyeyê zîhniyeta înkar û îmhayê û zîhniyeta demokratîk a şoreşger têkoşîna herî dijwar a dîrokê dimeşîne. Di encama vê têkoşîna dijwar a ku nîv sedsalê dom kir de pergala netew-dewletê ya faşîst a navendî ya hişk têk diçe, meyla demokrasî û azadiyê pêşkeftineke mezin nîşan dide. Têkoşîna hem hişmendiyê hem jî ya siyasetê, hawireke ji zîhniyeta tund a pevçûn û kaosê afirandiye. Ev derdor ji hêzên demokrasî û azadiyê re firsendeke mezin dide ku xwe bi rêxistin bikin, bi hev re mezin bibin û bi ser bikevin. Bi rastî jî Tirkiye ketiye pêvajoyeke guhertineke radîkal. Eger Tifaqa Ked û Azadiyê helwesteke xurt nîşan bide û têkoşîneke bi bandor bimeşîne, wê hêzeke mezin li têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê zêde bike. Xeta sêyemîn a siyasî wê bibe motora guherînê.

Tifaqa Ked û Azadiyê xwedî taybetmendiya wê ye ku hemû dînamîkên têkoşîna şoreşgerî û demokratîk a li Tirkiyeyê li hev kom dike û hêzeke mezin a têkoşînê derdixe holê. Bi vî rengî ger tifaq bi tempo û şêwazeke bilind a xebatê tevbigere wê hêzeke mezin a berxwedanê ya civakî derxe holê. Eger Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi awayekî xurt xîtabê civaka Tirkiyeyê û hemû beşên civakê bike û zimanekî siyasetê yê ku bandorê li civaka Tirkiyeyê bike derxe holê, wê serkeftinên mezin bi dest bixe.

Ev hilbijartin ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê derfetek gelek girîng e ku bikare xwe bigihîne beşên civakî yên ku heta niha nekariye xwe bigihîniyê. Plan û tarzê xebatek baş wê bê pêşxistin, seknek a gel wê bê danîna holê, wê mirov bi mirov, mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe, bajêr bi bajêr, herêm bi herêm bi kurtasî li her derê Tirkiye û Kurdistanê wê gav bê avêtin, wê bi ked û xwêhdanê xebatek bê meşandin û eger rêxistinbûn bê kirin, wê bikarin xwe bigihînin serkeftina mezin. Tevgerên ku têkîliya wan bi kolan û qadan re xurt e, her tim hêza xwe zêdekirin û mezinkirinê bi dest bixe û kesayeta xwe ya şoreşger, azad û demokratîk diparêzin.

Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk; çeperê hêza demokratîk a hevgirtî ye ku gel, jin, ciwan, karker û kedkar, ekolojîst û nasnameyên çewisandî hemû li wir dikarin xwe bigihînin hêsa siyaseta demokratîk a hesretên azadî û demokrasiyê. Çeperê herî berfireh û herî radîkal ê antî faşîst e.

Desthilatdariya faşîst û nîjadperest weke parçeyek ê êrîşên qirkirinê HDP girtiye pêvajoya girtinê û ev pêvajoya veguherandiye komployekî. Doza girtina HDP’ê mîna şûrê Demokles her tim li ser serê gelê dihejîne û kiriye armanc ku di pêvajoya hilbijartinê de gelê me zorî boykotê bike, parçebûn û belavbûnê biafirîne. Bi bijarteka Partiya Çepên Kesk, ev plana qirêj vale hat derxistin. Patiya Çepên Kesk ji roja destpêkê û vir ve bi HDP’ê re dimeşe û ji xwe partiyek e ku pêkhateyek ê avakirina HDP’ê ye. Lewma nûneriya bernameya HDP’ê û mejiyê wê yê siyasetê dike. Li ser vî bingehî xwedî mejî û tarzek ê siyasetê ye ku têgihiştina Neteweya Demokratîk a Partiyê esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dibîne û têgihiştina ekolojîk û azadiya jinan digire nava xwe. Lewma ziman û dengê çareseriya gel û gelên me yê di siyasetê de ye.

Hilweşîna rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û nîjadperest û binketina Erdogan, wê ji bo gelan encamên gelek girîng derxîne holê. Eger desthilatdariya faşîst hilweşe, têkoşîn wê bikeve pêvajoyek nû. Wê pêvajoyek pêş bikeve ku têkoşîna siyasî wê pir were kirin. Wê bibe pêvajoyek ku kî hîn baştir bixebite û têbikoşe, ew hêz wê bi ser bikeve. Partiya Çepên Kesk hilbijartinê meclîsê bi serkeftî temam bike û bigihije armancên xwe, wê faşîzmê ji desthilatdariyê bixîne û siyaseta demokratîk xurt bike û ji çareseriya demokrasiyê re qadek fireh vebike. Ji bo qezenckirina hilbijartinan û bi destxistina serkeftinek mezin, nirxek mezin ê dengekê jî heye. Gelê me divê vê hilbijartinê weke pêvajoyek a têkoşînek gelek girîng û hesap xwestina ji faşîzma qirker, bibîne û binirxîne.

Gelê me yê li Ewropayê dijî, di hemû pêvajoyên hilbijartinê de her tim rolek aktîf lîstine. Hilbijartinên 2023’yan weke ku me gelek caran anî ziman, naşibe hilbijartinên berê. Ji vî alî ve gelê me yê li Ewropayê, mirovên me yên welatparêz, divê di nava aktîvîteyekê de bin ku pêvajoyên berê qat bi qat zêde bike. Sekna pêwîst a ku divê di vê pêvajoya têkoşîna dîrokî de ku hemû qadên têkoşînê wateyek mezin û girîngî lê qezenc dikin, bê raberkirin çi be, raberkirina wê seknê pêdiviya bûyîna layiqê Rêbertî, şehîdan û berxwedêrên çiya û girtîgehan e û îfadeya herî bi wate ya rêzdariya ji nirxên azadiyê re ye ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin.

Rejîma nîjadperest, faşîst û qirker û şerek ê taybet ê pir zêde dimeşîne. Provokasyon li ser provokasyonê dike, hewl dide ku îradeya têkoşînê ya gel bişkîne, teslîm bigire û ji têkoşînê dûr bixe. Zanebûna azadiyê, îrade û hêza rêxistinbûnê ku bi têkoşîna azadiyê ya bê hempa ya bi salan di gelê me de ava kirî, helbet vê şerê taybet-psîkolojîk baş nas dike û dizane. Ev têkoşîna nîv sedsalan, di gel û mirovên me de bîrek dîrokî afirandiye. Hêza dîtina her lîstokek dijmin û vale derxistina wê, heye. Ev hêz wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de enerjiya ku Partiya Çepên Kesk bigihîne serkeftinê, derxîne holê. Gelê me ruhê Newrozê wê bigihîne 14’ê Gulanê, faşîzmê bixîne û bingehek xurt wê ji têkoşîna demokratîk re veke.

‘Gelek girînge ku gelê me biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

Ev deshilatdariya faşîst ji bo ku hilbijartinan winda neke, wê gelek hîle, dizî û komployan pêk bîne. Ji ber ku ev desthilatdarî di rewşa binketinê de baş dizane ku wê bi çi re rû bi rû bimîne û wê çi bi serê wî were. Ji ber ku sûcên wî gelek in, her rojê di nava kabusan de derbas dike. Vê desthilatdariyê bi DAIŞ’ê û çeteyên mîna wê re kar kiriye, dagirkerî û komkujî kiriye, dizîtî û nelirêtî kiriye û deskeftiyên gel xesp kiriye. Erdogan bi pereyê ku ji gel dizî ye, malbat û derdora xwe kiriye ji dewlemendên cihanê. Ew baş dizanin ku ev hilbijartin di heman demê hilbijartina hesabpirsîna ji van hemûyan e. Ji vî alî ve gelek girîng e ku gelê me, jin û ciwanên me divê bi vê zanebûn û hêrsê, bêyî ku fîreyekê bidin biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Elewî herî zêde ji vê desthilatdariya faşîst zirar dîtin e. Elewî rû bi rûyê bişaftina bawerî, zext û heqaretê mane ku di ti dema dîrokê ewqas neqewimî ye. Baweriya Elewî ji aliyê vê desthilatdariyê ve weke baweriyekê jî nehatiye dîtin, weke jiyana çandek teng a beşekê ku ji Îslamiyetê dûr ketiye lanse kiriye. Bi gotina mala cumbuşê, henekê xwe li Cemxaneyan kiriye û êrîşê nirx, ocax û jiyarên herî pîroz ên Elewiyan kiriye. Elewî wê hesabek mezin ji Erdogan ku Muaviye û Yezîdê roja me ya îro ye û ji sîstema zilmê, bi pirse.

Vê desthilatdariya faşîst olê Îslamê ji bo domandina desthilatdariya xwe veguherandiye çekekê, nirxên Îslama Demokratîk tune hesibandiye û şer li hemberî Îslama çandî ku şêwazê bawerî û jiyana bingehê Îslamê ye, îlan kiriye. Bûye dijminê Misilmanên ku Îslama rast dijîn. Ev hilbijartin di heman demê de wê bibe hilbijartina ku Misilmanên rast û sade hesabê ji vê desthilatdariya dijminê ol û baweriyê bipirsin.

Qasî çûyîna ser sindoqan û dengdayînê, ewlehiya sindoqan jî girîng e. Ev desthilatdariya faşîst a diz û xespkar; li pey wê yekê ye ku dengên gel bidize û bi hezar cure derew û hîleyan lîstokan bizivirîne. Ji vî alî ve gelê me divê hetanî ku encamên hilbijartinê tên eşkerekirin, ji ser sindoqan neçin, qadan terk nekin û xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin. Ji bo encamek serkeftî pêkanîna ewlehiya sindoqan û xwedî derketina li dengên xwe, gelek girîng e.

Çavkanî: Rojnameya Serxwebûn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar