Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo HDP’ê encamên hilbijartinê

Wekî tê zanîn HDP’ê stretejiya xwe ya hilbijartinê li ser du esasan diyar kiribû. Armanca yekemîn li Kurdistanê qewirandina qeyûman û ya duyemîn jî li Tirkiyeyê têkbirîna faşîzma AKP û MHP’ê bû. Desthilata AKP jî ji bo xwe du stratejî diyar kiribû. Li Kurdistanê serkeftina qeyûman û li Tirkiyeyê jî serkftina tifaqa faşîst. Tifaqa faşîst propaganda û argumanên xwe yên hilbijartinê bi giştî li ser tunekirin û têkbirina HDP’ê meşand. Niha ka em binêrin kî bi ser ket.

Stratejiya ku li Tirkiyeyê ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê hatibû diyarkirin, ji sedî sed bi ser ket. Nemaze jî AKP’ê derbeke giran xwar. Şarêdariyen wek Stenbol,  Enqere, Antalya, Edene, Mêrsîn û gelek navçe û bajarok ji destê wan derketin. Hem rayên tifaqa faşîst kêm bûn û hem jî rayê AKP’ê kêm bûn. Faşîzm di aliyê siyasî de derbeke giran xwar. Ev yek dê di rojên pêş me de bandora xwe li ser polîtîkayên derve û hundir bike.

Wiha xuyaye ku AKP dê li nav hev bikeve û hîn tevgerên siyasî ji nav derkevin. Û ev jî dê bi xwe re qeyranek siyasî bîne. Erdogan heya niha hêza xwe ya gel bazar dikir û xwe li ser pêyan digirt. Wê hem hêzên navneteweyî, hem jî hêzên navdewletî li gor vê yekê tevbigerin û wê dengeyên siyasî li nav hev bikevin. Ev yek dê aboriya Tirkiyeyê jî bîne ber îflasê.

Armanca duyemîn jî qewirandina qeyûman bû. BDP’ê di hilbijartinên 2014’an de 102 şaredarî bi dest xistibû. Di nav van şaredariyan de 11 bajar, 68 navçe û 23 bajarok hebûn. Dewletê piştî darbeya 15’ê tirmehê ji bilî 6 şaredariyan, dest avêt hemû şaredariyan û dagir kir. Gelek hevşaredar û endamên meclisa şaredariyan hatin girtin û sirgûnkirin. Di vî hilbijartinê de 8 bajar, 50 navçe û 11 bajarok carek din ji destê dewketê rizgar kirin. Bidestxistina bajarê Qersê pir girîng bû. Hîn cihên ku 2014’an de winda bûn, careke din bi dest xist. 4 bajêr, 18 navçe û 12 bajarok jî bi dest nexist, di destê dewletê de man.

Dema mirov li vê îstatîstîkê dinêre sekeftinek teqez nîne. Serkeftina teqez rizgarkirina hemû cihên ku qeyûman dest danîbûn ser şaredariyan, ev yek nebû. Lê binkeftiyek mezin jî nîne. Ji ber ku li Kurdistanê hilbijartin nîn bû û şerekî taybet dihat meşandin. Gelek şaredarî bi meşandina polîtîkayên taybet hatin desteserkirin. Nemaze jî bajar û navçeyên li ser sînoran bi vî rengî hatin desteserkirin.

Lê ger di analîz û nirxandinan de kêmasî neyên dîtin û hemû tişt bi polîtîkayên dewletê re werin girêdan, ev yek dê ne rast be. Gelek nirxandinên berfireh werin kirin û hîn rexnedayîn werin dayîn. Hîn sedem li ser van encaman bandor kirin. Rast e dewlet zilm û zordariyeke mezin dimeşîne. Û dixwaze gel bêrêxistin, bêpêşeng bihêle. Her roj girtin, kuştin ji bo vê yekê dike. Li hemberî vê yekê rêxistinên HDP’ê pir qels man. Ev hemû encama bêrêxistinbûyînê ye. Ger rêxistin xurt bûna ewqas hîle, dek û dolab dewlet nikaribû bigeranda. Xala duyem, polîtîkayên berê yên rêveberiyên herêmî hinek li ser encaman bandor kir. Xala sêyem, rêbazen diyarkirina namzetan, divê hemû ber çav were derbaskirin. Ji ber ku ev mijar gelek xetereyan bi xwe re tîne û windahiyan çêdike. Xala sêyem jî guhertinên civakî û xwestekên civakî gelek baş werin analîzkirin. Ev her sê xal li ser encaman diyarker bûn.

Encamên hilbijartinê daye xuyakirin ku HDP û kurd di polîtîkaya Tirkiyeyê de rolek diyarker de ne. Bêyî kurd û HDP’ê kes nikare li ser pêyan bimîne. Belkî HDP di mindera boksê de hîn kulm xwarin. Lê kulmek pir mezin li AKP û MHP’ê hat xistin. Kulma HDP’ê eqqas mezine ku gêj bûne û nizanin dê çi bikin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar