Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot

Mehmet Selîm Guleş ê li Navçeya Artemêtan rençberî û sewalkariyê dike, polîtîkayên hikûmetê yên çandiniyê rexne kirin û got: “Ji ber lêçûna çandiniyê zêde bûye êdî min sewalên xwe firotin. Ji bo heqê gubre û mazotê bidim min çêlek firot.”

Ji ber krîza aborî zêde dibe herî zêde rençber û çotkar dikevin bin bandora krizê. Çotkarên ku çandiniyê dikin, ji ber heqê mazot û gubre zêde dibe êdî nikarin çandiniyê bikin.

Li taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtan a Wanê rençber Mehmet Selim Guleş yê 20 sal in karê rençberiyê dike, polîtikayên hikûmetê yên çandiniyê rexne kir û bertekên xwe anîn ziman.  Guleş, li ser 5 dolim zeviyê nefel, ceh û genim diçîne. Ji bo sewalan xwedi dike pûşê ceh û genim dike ka û nefelê jî dike rêzî û dihêle zivistanê. Guleş, diyar kir ku sala par gurçek giha bi 3 TL û îsal bi 5 TL difiroşe û wiha got: “Lê dîsa nikarin heqê av, ceyran gubre derxim. Mazot, derman, gumbe duqat zêde bûye. Ji bo ez heqê derman, gubre û mazotê bidim min çêleka xwe firot. Hikûmet û dewlet alikarî û piştgiriyê nade rençber û sewalkaran.

Guleş anî ziman ku li taxê her kes di nava krîzê de dijî û wiha got: “Dewlet û hikûmet piştgiriyê dane rençberan. Ger ku hikûmetê alîkarî dabûya rençber û çotkaran wê rewş ne wisa bûya. Ez dema salekê çêlekekê xwedî dikim lêçûna çêlekê 5 hezar TL  ye. Lê ji ber ku lêçûn zêde ye, min çêlek firot. Sala par çêlekê min zêde bûn. Lê îsal min gelek firotin. Niha tenê 4 çêlekê min hene. Ez difikirim ku îsal 2 çêlekên din bifiroşim.”

Guleş destnîşan kir ku ji bo çandiniya zeviyê 700 TL pere werç kir û wiha bi dawî kir: “Sala par giha û pincar baş bû. Lê îsal ne baş e. Îsal giha tune. Wê buhayê gihayê pir zêde bibe. Em kedek mezin didin û heqê keda xwe nastinin. Her salê 540 TL heqê nerîna golik didim. Ez li nava zeviyê xwe perîşan bikim jî mehê nikarim 3 hezar tl bistînim. Rojekê kar dikim 10 roj betal im. Berê li pêş deriyê her malê 400-500 pez hebû, lê niha 10 mih tune ye. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar