Pirtûka Dr. Erdal Sîpan a bi navê “Alîkariya Destpêkê” ya tenduristiyê temam e û sibê digihêje xwendevanan. Cara yekem e ku bi kurmancî pirtûka alîkariya destpêkê tê çapkirin. Nivîskar li ser berhema ku nivîsandiye dibêje, ew hêvî dike ku ji bo kesên ku diçin hawar nexweş û birîndaran bibe alîkar
Pirtûka Dr. Erdal Sîpan a bi navê “Alîkariya Destpêkê” ji Weşanxaneya Sîtavê derdikeve. Li ser mijara alîkariya destpêkê ya tenduristiyê cara yekem e ku pirtûkek bi kurmancî tê çapkirin. Nivîskar Dr. Erdal Sîpan hemû pêdiviyên alîkariya destpêkê nirxandine û bi zimanekî nazîk û nazemîn mijar raxistine ber xwendevanan.
Nivîskar Dr. Erdal Sîpan li ser berhema ku nivîsandiye dibêje ew hêvî dike ku ji bo kesên ku diçin hawar nexweş û birîndaran bibe alîkar. Nivîskar di berga pirtûka xwe de girîngî û hewcedariya vê pirtûka xwe wiha tîne ziman: “Di jiyana rojane de hema hema her roj gelek bûyerên cur bi cur diqewimin. Mirov li malê, li kolanê, li çolê, li kargehê û li her qada jiyanê dibe ku rastî birîndarî û rewşên lezgînî bê. Ji bûyerên wekî lehî, erdhej, şewat, qezayên trafîkê, qezayên din, şer û pevçûnan bigirin heta ketin, lêdan û nexweşiyan gelek tişt diqewimin. Ji ber vê divê her mirov di rewşeke awarte û derasayî de bizanibe û bikaribe li hewara nexweş û birîndaran were. Mudaxaleyeke rast, zû û di cih degelek caran pêşiya mirinê û rewşên xerabtir digire. Divê her mirov di vî warî de xwe berpirs bibîne û wekî peywireke mirovahiyê nêzîk bibe. Ev pirtûk bi vê bîr û baweriyê hatiye amadekirin û hêvî dikim ji bo kesên ku diçin hewar nexweş an jî birîndaran, bibe alîkar.”