Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.