Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

ji bo hevdîtinê herî kêm 426 serlêdan hatin kirin

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket meha 29’emîn. Di nava vê demê de 426 serlêdanên hevdîtinê bêbersiv an jî bi hinceta cezayên “dîsiplînê” hatin redkirin. 

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan 24 sal in di şert û mercên giran ên tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya Bilind de tê ragirtin. Hin deman li ser hev hevdîtin bi Ocalan re hatin kirin û hin deman qet agahî jê nehat girtin. Mîna niha ku 29 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê li gel wî hevdîtinek qutkirî kiribû. Ji wê rojê ve xeber ji Ocalan nayê girtin. Her wiha tenê agahî ne ji Ocalan, agahî ji girtiyên cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî nayê girtin. Ev rewş 28 meh li pey xwe hişt û ket meha 29’emîn.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di meha gulanê, hezîranê û tebaxê yên 2019’an de 5 caran li gel parêzerên xwe hevdîtin pêk anîbû. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Gitîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî belavî tevahiya girtîgehan bûbû. Tecrîd û greva birçîbûnê bû rojeva sereke ya raya giştî. Li ser vê zexta ku li raya giştî hat kirin, parêzeran di 2019’an de 5 caran li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzer ji wê dîroka navborî heta niha nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin.
Hevdîtin tên astengkirin
Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ji wê dîrokê heta îro hevdîtina malbatan tê astengkirin.
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê Aara 2021’an de a li gel Mehmet Ocalan a ku telefon di nîvê de qût bûbû wiha axivîbû: “Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe. Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaşîtî dike û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
426 SERLÊDAN 
Tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqîqê ya navnateweyî de wek “incommunicado” tê zanîn bênavber berdewam dike û hewldanên parêzeran û malbatan jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didn hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Ji roja 25’ê Adara 2021’ê hevdîtina herî dawî ya li gel Abdullah Ocalan heta îro parêzran 297 serlêdan ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê kirine û herî kêm jî malbatan 129 serlêdan kirin e. Ev serlêdan ya bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta cezayên “dîsiplînê” tên astengkirin.
Bangên hevdîtinan
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana bi daxwaziya hevdîtinê ya parêzeran di 10’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsiplînê” red kir. Dadgeriyê têkildarî hincet û dîroka cezayê navborî tu agahî nedan.
Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîdê li bajarên Qamişlo û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û banga kirin ku demildest tecrîd bê rakirin. Parêzeran piştre jî kopyayeke daxuyaniyê radestî rayedarên Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kirin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar