Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo hevserokatiya DBP’ê Uçar û Bayindir hatin hilbijartin

BDP ji bo hilbijartina rêveberiyê kongreya awarte li darxist. Di kongreyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Ji tecrîdê re na, aştî a niha”, “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ziwanê kurdkî wa bibo ziwanê fermî” hatin daliqandin. Tevî Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û welatî jî tev li kongreyê bûn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulderen Varli û Vezîr Coşkun ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Coşkun axivî û silavên xwe ji bo girtiyên siyasî şand. Coşkun, hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêya hemû hevalan vekirî be.”

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd û wiha got: “Gelê kurd, li dijî faşîzmê têdikoşe. Dewleta ku li dijî kurdan serî li her cureyên tundiyê dide, nekarî serî bi kurdan bide tewandin. Em ji bo pêşeroja xwe têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Em li ku dibin bila bibin dê tevî gelê xwe têbikoşin. DBP, li gel kesên li zindanan li ber xwe didin û ji bo ziman û azadiya gelê kurd têdikoşin e. Li dijî tecrîda li ser gelê kurd û rêbertiya wê, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Heta ku birêz Ocalan û gelê kurd azad dibin jî ev têkoşîn dê bidome. Em ê teqez bi ser kevin.”

‘Em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku xwedî tecrûbeyeke têkoşînê ya zêdetirî 30 salan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêyê de me bi sedan hevalên xwe winda kirin. Em îro bi saya têkoşîna wan rêya xwe didomînin. Weke DBP’ê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Weke DBP’ê em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dewletên kapîtalîst îro dixwazin gelê kurd tune bikni. Ji ber vê yekê em ê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd têbikoşin. Em ê van berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”

Têkbirina tecrîdê çareseriya pirsgirêkan e

Parlamenter Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di konferans DBP’ê ya Amedê de ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê hatibû pêşniyarkirin jî axivî. Uçar, bal kişand ser têkoşîna zêdetirî 100 salan a gelê kurd. Uçar, wiha domand: “Divê ev berxwedan bi destê gelê kurd li Kurdistanê bigihije merheleyeke mezintir . Ya ku guherîna rejîma li Tirkiyeyê diyar dike, pirsgirêka kurd e. Pênasekirina tecrîdê ya weke bêhiqûqtiyê, bi tena serê xwe kêm dimîne. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Dixwazin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê hefs bikin. Banga min ji bo her kesên li Tirkiyeyê ji bo wekheviyên têdikoşin ew e ku di 18’ê mijdarê de tev li Meşa Gemlîkê bibin. Têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî.”

Piştî axaftinan, raporên xebat û maliyeyê hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî hatin hilbijartin. Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar