Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Ji bo hilbijartinan çareya dawî: Kuştina pêşmergeyan!

Dewleta tirk û PDK her roj li provokasyoneke nû digerin. Niha jî ji bo taloqkirina hilbijartinên li Başûr, PDK hin hêzên xwe vedugezîne herêmên pevçûnê dide kuştin û bi gotina “em di şer de ne” plan dike hilbijartinê taloq bike.

Di pêvajoyeke ku li sêgoşeya Enqere, Bexda û Hewlêrê bi mehan e amadekariyên şerekî nû li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tê kirin, sînyalên destpêkê yên operasyona dagirkirinê li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin destpêkirin. Ji bo operasyon gav bi gav bên meşandin, sewqiyata leşkerî ya ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve ji herêmê re tê kirin, didome.

Ji bo ku di raya giştî de nerazîbûn çênebin der barê rêveçûn û geşedanên operasyonê de agahî nayên parvekirin. Hat ragihandin ku artêşa tirk ji şevê din û vir ve li herêma Metînayê êrîşên dijwar daye destpêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo PDK di operasyonan de hê çalaktir rol bigire hin amadekarî hatine kirin.

Di çarçoveya operasyonên ku amadekariyên wê li gelek herêman tê kirin de, tê diyar kirin ku bi pêşengiya PDK hewl tê dayîn planên nû bixin dewrê. Her wiha di nav heman agahiyan de tê gotin ku artêşa Tirk di rojên pêş de wê hin hêzên girêdayî PDK’ê bide pêşiya xwe û berê xwe bide noqteyên HPG’ê yên li Metînayê.

Hate ragihandin ku wê êrîş bi vî awayî were organîzekirin û piştre gava ku HPG’ê  bersiv da vê êrîşê jî wê hêzên ku derbeyê dixwe weke ‘pêşmergeyan’ nîşan bidin. Hat diyarkirin ku binesaziya provokasyoneke bi vî rengî hatiye amadekirin. Armanca sereke ji vê yekê jî, PDK dixwaze pirsgirêkên ku dijî bi şer binixumîne.

Hat gotin ku eger plan bi ser bikeve wê Nêçirvan Barzanî derkeve pêşberî kamerayan û bibêje, “Em di rewşeke şer de ne. Hilbijartin di van şert û mercan de çênabe. Em ji ber vê rewşa awarte hilbijartinan taloq dikin.”

Hat zanîn ku PDK ku hemû giraniya xwe da vê planê, ji bo sedemên şer biafirîne lez da amadekariyên provokasyonê. Di heman demê de dewleta Tirk jî ji bo vê planê bixe meriyetê hemû hêza xwe seferber kir.

Li aliyê din PDK; Ji bo li başûrê Kurdistanê ji krîza aborî rizgar bibe deriyeke ku lênexe nehiştiye. PDK a ku di danûstandinên xwe yên bi DYA, hikûmeta Sûdanî, hêzên şîa yên li Iraq û herî dawî Îranê re encam bi dest nexist, plan dike ku bi provokasyoneke bi vî rengî re li başûra Kurdistanê rewşeke awarte biafirîne û ji bo taloqkirina hilbijartinan rêyeke cuda bixe dewrê. PDK amadekarî dike ku ji bo desthilatdariya xwe rizgar bike pêşmergeyan bide kuştin. Eger ev plana wan bi ser bikeve wê demê dewleta tirk û PDK wê sûd wergirin.

Çavkanî :  Ararat Aram – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar