Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ji bo hilbijêrên li Kurdistanê hişyarî: Dengdayîn saet di 16.00’an de bi dawî dibe

 Alîkarê Hevserokê Bajêr ê Amedê yê HDP’ê Mustafa Akengîn bi bîr xistin ku li Kurdistanê dengdayîn ne di saet 17.00’an de di saet 16.00’an de bi dawî dibe û wiha bang kir: “Divê gelê me xwe li benda saet 16.00’an negire û biçe dengê xwe bide.”

Alîkarê Hevserokê Bajêr ê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mustafa Akengîn diyar kir ku li bakurê Kurdistanê dengdan ne saet 17.00’an, saet di 16.00’an de dê bi dawî bibe. Akengîn bang li kir û xwest ku beriya saet 16.00’an biçin dengê xwe bidin.

Mustafa Akengîn diyar kir divê gel xwe li benda saet 16.00’an negire û wiha domand: “Divê teqez beriya saet 16.00’an biçin ser sindoqan. Niha li Amedê nêzî 6 hezar peywirdarên me tevî 120 parêzeran dixebitin. Parêzer li her navçeyê li ser peywirê ne. Lê agahî hat ku li Qulpê cerdevanan êrîşî parêzeran û hevalên me yên partiyê kiriye. Rewşeke giran tune lê em li benda êrîşên wiha bûn.”

Akengîn bi domdarî got piştî ku hejmartina dengan dest pê kir, pêvajoya heta ku biçin desteya hilbijartinê ji bo wan pir girîng e û wiha bi dawî kir: “Dema valakirina dengan, hejmartina dengan û heta ku diçe ber desteya hilbijartinê, divê peywirdar di her kêliyê de amade bin. Hevalên me yên peywirdar li desteya hilbijartinê ya navçeyê amade ne. Her wiha hevalên me yên partiyê ku rayedar in îtîrazê bikin jî dê amade bin. Em ê destûrê nedin ku tenê dengek jî bê dizîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar