Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ji bo ji tarîtiyê dûr bikevim min xwe spart hestên xweş’

Şêwekara îranî Arzû Safaî dixwaze wêneyên wê ji bo hemû kesan bibin hêvî û ev tişt anî ziman: “Ji bo ez xwe ji aliyê tarî yê jiyanê û aciziyan dûr bixim min xwe spart van hestên xweş.”

Pêşangeha şexsî ya şêwekar Arzû Safai di navbera rojên 16-20 sibatê de li Galariya Goya ya Tahranê bi kesên ku eleqeya wan ji wêneyan re heye hat ba hev. Xwendakara beşa dawî ya wêneyê Arzû Safai got: “Eleqeya min ji wêneyan re ji zarokatiyê be dest pê dike. Dema ez mezin bûm min biryar da ku di vê qadê de perwerde bigrim.”

Arzû Safaî da zanîn ku li zanînageha Soore ya Tahranê perwerdeya lîsansê girtiye û got: “Wêneyên min ên wê demê ji yên niha gelek cuda bû. Wê demê hê zêdetir mijarên civakî û aliyên jiyanê yên tarî min dikir wêne, weke rexneya civakê bû, min hez dikir ez vî aliyê tarî, tenê tî û sanayî bidim nîşandan.”

Şêwekar Arzû Safaî destnîşan kir ku piştî zewiciye demekê navber daye xebata xwe û wiha got: “Piştî keça min Hana ji dayik bû jiyana min bi reng bû. Hana bixwaze nexwaze di nava van şertên civakê de mezin dibû, di qadek ku nûçeyên xirab bibihîse de bû û min xwest ez vê ji bo wê biguherînim. Ji ber vê jî min bi xêzkirina gul û bilbilan vê enerjiya negatîf ji bo wê biguherînim. Eleqeya min a gulan ji zarokatiyê tê, heta di xwezayê de di demê vala de ew wêneyên ku me dikişand. Min bi tabloya xwe ‘bilbila bi pelên gul’ kêfxweşiyê bidim mirovan. Ji bo ez ji vê tarîtiyê û neyîniyên civakê dûr bikevim min xwe spart van hestên xweş, hetay ên ku serdan dikirin dema berhemên min didîtin hemat tişt ji min re di gotin.”

Arzû Safaî bi bîr xist ku ji ber şertên zehmet piranî mirov xeyalên wan dişikên û got: “Ez bi giştî ji ber mirovek bi hêvî me, min xwest ez vê kêfxweşiyê belav bikim. Bila wêneyên min ji bo hemû kesê bibe hêvî. Rast e gelek berpirsyariyên jinan hene lê belê ez ê rê li ber mirovan vekim divê tişta ku hîs dikin dê bi pêş bikevin bikin, ez jî vê dikim û ez fêrî keça xwe jî dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar