Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...
Pazar - 21 Temmuz 2024

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

‘Ji bo jin azad bibin divê têkoşîna azadiya fîzikî ya Rêbertî mezintir bikin’ 

Jinên Êzidî diyar kirin ku ji ber ku bi fikrê Rêber Ocalan civakên bindest û taybet jinan xwe ji zilma sedan salan rizgar kirin, Rêber Ocalan bi komployekê dîl hate giritin û gotin: “Ji bo jin azad bibin pêwîste têkoşîna azadiya fîzikî ya Rêbertî mezintir bikin.”

Yek ji civakên ku bi fikrê Rêber Ocalan xwe bi rêxistin dike û firkê herî nêzî baweriya xwe dibîne civaka êzidî ye. Jinên êzidî ku di dîrokê de herdem rastî zilmê hatine, ji aliyê komên çeteyan ve hatine revandin û  bazirganî bi wan hatiye kirin, di roja me ya îro de rêxistin û berxwedaniya wan bûye mînak.

Jinên êzidî di 24’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibata 1999’an a dijî Rêber Ocalan pêk hatî didin diyarkirin ku her cihekî jinan fikrê Rêber Ocalan ji xwe re esas girtîbe bindestiyê qebûl nakin û heya astekê bûye xwedî îrade.

‘Ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêwîste jin têkoşînê bike’

Edûl Elî diyar ku asta pêşketin û azadiya jinan bi saya fikrê Rêber Ocalane û got: “Divê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn bikin. Cihê ku firkê Rêbertî ji xwe re esas negirtibe jin li wir rastî zilmê tê, em wek civaka êzidî  di dema fermana 3’yê tebaxa 2014’an de rastî komkujiya hatin û bi hezaran jin hatin qetilkirin, ev jî di encama bê perwerdehiyê debû. Niha li Şengalê heya astekê di aliyê jin de pêşketin çêbûye, lê têrker nîne, ev gavên li Şengalê di nava jinan de hatine avêtin jî bi fikrê rêbertiyê ye.”

‘ Fikrê Rêbertî di nava me de azade’

Edûl Elî di dewama axaftine xwe de got: “Ev fikirê ku em bikarin hemû tiştê xwe pê biparêzin ew jî fikrê Rêber Apo ye. 24 sal derbas dibin ku bi komployekê Rêbertî hate girtin, lê fikrê wî her di nava civakê û taybet jinan de azade.”

‘Ji bo zilma xwe dewam bikin Rêbertî girtin’

Zîna Ehmed jî got: “Welatên ku di roja me ya îro de xwe wek welatên herî zêde li mafê mirovan xwedî derdikevin pênase dikin, destê wan di dîlgirtina Rêbertî de heye. Van welatan bi armanca ku rê liber pêşketîna gelên cîhanê ku bi sedan salane li ser destê van welatan rastî zilmê tên û nahêlin azad bibin, bigrin, Rêbertî bi komployek navdewletî girtin. Wan dît eger Rêbertî azad be, wê nikaribin wê zilama xwe li ser gelan bidin meşandin û gel ji xwe re bikim kole, taybet jinan.

Li tevahiya cîhanê jin ji bo karibe ji wê bindestiyê rizgar bibe û bibe xwedî îrade, fikrê Rêbertî ji xwe re esas digire. Li cihên ku fikrê Rêbertî dinava wan de pêşketiya ew zilma berê li ser jinan nayê qebûlkirin. Jinan bi xwe rêxistinkirinê zihniyeta zilamê desthildar şikand û îradeya jinan derket pêş.”

‘Berxwedaniya jinên êzîd bi fikrê Rêbertî mînake’

Zîna Ehmed bal kişande li ser rêxistina jinên êzidî ya li Şengalê û got: “Li Şengalê em Karin beriya fermana 3’yê tebaxê wek dû qonaxan bi nav bikin, yek qonaxa beriya naskirina fikrê Rêbertî ku di wê demê de jin rastî hemû zehmetiya dihat û rê bi jinan nedihate dayîn ku karibe îradeya xwe derxe pêş. Her di wê demê de jin rastî fermana hat û ji ber bêrêxistinbûyînê bi hezaran jin hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin.

Qonaxa din a piştî naskirina fikrê Rêbertî bû , em dikarin berxwedaniya jinên êzidî ku li ser fikrê Rêbertî xwe perwerde kirine û li himberî DAIŞ’ê ji Şengalê heya Reqa şerkirin bikin mînak.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar