Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo jin û zarokên êzidî projeya ‘Nûjîn’

Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî bi projeya ‘Nûjîn’ dixwazin xwe bigihînin jin û zarokên êzidî yên ku bi trajediyeke mezin derbasî welatên xerîbiyê bûne

Projeya hevbeş a bi navê ‘Nûjîn’ ji hêla Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA, bi Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hat amadekirin. Proje dê 2 salan berdewam bike û li eyaletên ku herî zêdê jin û zarokên êzidî lê hene were destpêkirin. Tê armanckirin ku bi ekîbên pîspor ên di beşa civaknasî de dê bigihêjin pêdiviyên jin û zarokên êzidiyan. Organîzatorên projeyê bi minasebeta 5’emîn salvegera fermanê de derbarê xebatên projeya xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de qala êrîşên DAIŞ’ê û bandora êrîşê hat kirin û wiha hat gotin: “Di tevahî dîroka gelan û civakan de trajediyên hevbeş hene. Pergala baviksalarî bi faşîzane hewl dide berjwendiyên xwe yên desthilatdarî li ser esasê qirkirina jinê tevahî nirxên mirovahiyê bide tune kirin û wiha xwe mayînde bike. Di sedsala 21′ emîn de mirovahî dîsa şahidiya qirkirina jinê kir. 3’yê Tebaxa 2014’an di dîroka mirovahiyê de cihê xwe yê herî hovane girt. Di şexsê jinê de qirkirina civaka êzidî hat jiyîn. Di encama vê fermanê de bi hezaran jin û zarokên êzîdî hatin revandin û hatin qetilkirin. Her wiha pêla koçberiya herî bi trajedîk dest pê kir. Bi sed hezaran jin û zarokên ku şahidê fermanê bûn. Kesên ku bi trajedî re rûbirû man derbasî welatên xerîbiyê bûn.”

Proje dê 2 salan bidome

Di berdewama daxuyaniyê de li ser armanca projeyê ev tişt hat diyarkirin: “Di encama xebateke berfireh de Navenda Hevdîtina Jinê UTAMARA bi SMJÊ re ji bo tedawîkirina trawmayan projeyek bi vî rengî hat avakirin. Projeya me dê 2 salan bidome. Dê li eyaletên ku herî zêdê jin û zarokên êzidî lê hene were destpêkirin. Armanc ew e ku li ser lingên avakirina ekîbên xwerêvebirinê û xweparastinê bi jinên pîspor ên di beşa civaknasî û trawmanasî de bi rêbazên cûr bi cûr ên ji nû ve hêzdayînê de, werin perwerdekirin. Di heman demê de sazî û dezgehên girêdahî koçberî, yên jinan û medenî wê tev li vê xebatê werin kirin.”

‘Li gorî pêdiviyan divê bên dermankirin’

Di daxuyaniyê de li ser rêbazên têkoşînê hat rawestandin û wiha bi dawî bû: “Gelekî ji van jin û zarokên êzidî bi hêviya ku li Ewropayê xwe bigihînin cihek ewle, bikaribin trawmayê xwe li pey xwe bihêlin. Lê tê zanîn ku bi tenê bi perspektîfek jinê û nêrîna jinan êşa ku di encama qirkirina jinê bi xwe re aniye bikaribe rast were destgirtin û li gorî pêdiviyan divê bên dermankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar