Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ji bo jinan qadeke alternatîf: KASED

Navenda Nûçeyan |

Li Amedê 4 meh berî çend jinên hunermend û wêjevan bi armanca di qada çand, wêje û hunerê de perwerdekirina jin û zarokan komeleyeke bi navê Komeleya Wêje û Hunerê ya Jinan (KASED) avakirin û demek berê jî bi dirûşma ‘Bi naverokeke têr û tijî ya dersen hunerî, di xizmeta jin û zarokên hunerhez de ye’ dest bi xebatên xwe kirin. Yekane armanca komeleyê di qada çandê de pêşxistina jinan e. Komele di beşên wek wêne, def, govend, piyano, keman, flut, tembûr, sêtêl, sêtar, gitar, drama û şanoyê de perwerde dide û zimanê perwerdeyê jî bi kurdî ye. Her wiha ji bo zarokên ku di temenê 2 û 5 salî de jî dê perwerde bê dayîn.

Derbarê xebatên komeleyê de me bi rêvebera komelê Salîha Ayata û sekretera komeleyê Neşe Toprak re axivî û diyar kirin ku ew dixwazin bi xebatên xwe di qada huner û wêjeyê de bibin alternatîfek.

Sekretera KASED’ê Neşe Toprak wênesaz e û ev 4 sal in di nav xebatên çand û hunerê de cî digire. Toprak derbare damezrandina komeleyê de anî ziman ku armanca wan ew e ku ji aliyekî ve qabîliyetên jinên ciwan bi xebatên huner û wêjeyê derxin holê û ji aliyê din ve jî balê bikişînin ser pirsgirêkên aborî, sosyolojîk û wiha got: “Bi taybetî ji bo kolanên Amedê giştikan pêdevî bi huner û wêjeye hebû lê bi taybetî jî heta niha li kolanên Bagcilarê tu komele yan jî saziyeke hunerî nehatibû vekirin. Tenê  ji bo vê navçeyê na ji bo hemû herêmê em dixwazin xebatên xwe bikin û di qada huner û wêjeyê de bibin alternatîfek.”

Perwerdeya huner û ziman

Komeleya KASED’ê her çiqas ku ji ber sedema pandemiyê hê jî bi awayekî rêk û pêk dest bi xebatên xwe nekiribe jî niha dest bi perwerdeyên xwe kirine. Dê her polekî de 3 an jî herî zêde 4 kesan perwerder bibînin.

Toprak derbarê naveroka bernameyên komeleyê de ev tişt anî ziman: “Bi piranî beşê hunerê di bernameyên me de hene. Ji govend, muzîk,wêneyê heta dersên dramaya dê perwerde werin dayîn. Tişta ji bo me ya herî girîng jî perwerdeya zimanê kurdî ye. Ji bo ku perwerdeya me bi kurdî werin dayîn dê kesên tev li perwerdeyê dibin perwerdeya ziman jî bibînin.”

Êrîşên piralî

Rêvebera Komeleya KASED’ê Salîha Ayata jî derbarê damezrandina komeleyê de diyar kir ku di pêvajoya pandemînê de tundiya li ser jinê hîn zêdetir bûye û ji bo vê yekê jî pêdeviya herî mezin bi çand û hunerê heye û wiha got: “Li ser rûyê erdê bi destê serdestan li hember jinê êrîş bi awayekî derûnî, fîzîkî, aborî û hwd. pêş ketiye. Lê amedakariyên komeleya me beriya pandemînê destpê kiribû. Lê em îro ferq dikin ku me biryareke pir baş daye ku me li ciyekî wekî Baglarê komeleyeke bi vî rengî ava kiriye.”

Qadeke alternatîf

Di berdewa axaftina xwe de Ayata giranî da bandora ku bi pandemiyê re her çûye tundiya li hember jinê zêde bûyî û wiha domand: “Ev yek jî rêya ku jin bi çand, huner û wêjeyê li ber xwe bidin dike nebe nabe. Em dikarin vê komeleyê wekî bi hunerê rehebîlîtasyonê jî şîrove bikin. Hem bi sedemên ku pandemiyên derxistî holê hem jî bi hişmendiya serdest a ku bi hezaran salan jinê tune dihesibîne çand û huner alternatîfek e.”

Ayata di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya çand û hunerî û wiha got: “Xwedîderketina çanda xwe girêdayî îcrakirina enstrûmanê ji bo girîng e. Em çand û hunera kurdî diparêzin ji bo vê yekê jî xala zimanê kurdî ji bo me nebe nabe ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar