Meclisa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re kart şandin
Meclisa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya ser Jinan bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re kart şandin.
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, wekîla hevserokên HDP’ê yê Êlihê Gulcemal Erdînç, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata û gelek jin li ber Postxaneya Navendî ya Êlihê kom bûn.
Gulcemal Erdînç li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li dijî her cûre tundiyê têbikoşin û ew ê di çarçoveya vê yekê de jî piştevaniya xwe ya ji bo jinên girtî dewam bikin.
Piştî daxuyaniyê jin derbasî postexaneyê bûn û ji jinên girtî yên li girtîgehên cuda ne re kart şandin. ÊLIH