Endamên Meclisa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Înîsiyatîfa Dayikê Aştiyê û jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Ji Aysel Tûglûk re Azadî” , “Ji jinan re azadî” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” berz kirin.
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo piştevaniya jinên di girtîgehan de hatine gelhev û wiha got: “Em di serî de Aysel Tûglûk, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û hemû kesên ji bo têkoşîna azadiyê dan û niha di girtîgehan de ne li vir in.”