Pergala heyî, pergala serdest a modernîteya kapîtalîst e ku pergalek nêr e û xwe dispêre zihniyet û çanda zilamtiyê. Vê pergalê tenê di nava 5 hezar salan de hem mirovahî hem jî cîhana me aniye ber kendalekê. Di modernîteya kapîtalîst de dijberiya civakê di astên hûr û gir de, bi awayê qirkirinê xwe dide der. Qirkirina çandî û civakî li pirsgirêkên çêkirî yên civakî, aborî, olî, netewî û hawirdorê tê barkirin û bi wî rengî pêk tê. Ji ber vê em dibêjin êrîşa esasî li ser hebûna civakê ye. Bêguman cewherê civakê jin e. Ji ber vê ye ku bi awayeke sîstematîk pergala modernîteya kapîtalîst êrîşê jinê dike. Di dîroka 5 hezar salan a desthilatiya mêr de, di aliyê çandî û fîzîkî de bênavber qirkirina jinê pêk hatiye. A girîng û divê were vegotin, elbet sekin û helwesta jinan a li dijî vê pergala qirker e.
Jiyan di nav pencên qirkirinê de ye
Di nava pencên qirkirinê de jin ev bi hezaran salan e li ber xwe didin. Hem jî di rewşek wisa de ku hema bêjin hemû qadên jiyan û kedê ji jinan re hatine girtin. Ji bo jin bikarin jiyan, ked, nasname û hebûna xwe ji pencên qirkirinê rizgar bikin, rojane bedelên giran didin. Bi rastî ger jin ji pergalê werin rizgarkirin, pêkan e ev pergal têk biçe. Bi gotina Rêber Ocalan ger jin weke ‘şahbanuya metayê’ di bazara kapîtalîst de nebe, gelo dê ev pergal domdariya bazarê çawa biparêze? Ger hem li malê, hem jî li bazarê jin weke karkera bêheqdest a herî ‘ketî’ ji vê pergalê re kar neke, weke ‘fabrîqeya’ zarok anînê neyê bikaranîn, pergal dê xwe li çi bar bike?
Tam ji ber vê yekê ye ku rojane êrîşên zayendperestî zêdetir dibin. Hele di roja me de ev êrîş bi nîjadperestî, olperestî û zanistperestiyê re jî digehin hev, caran zirav û nerm, hin caran jî hişk û giregir weke penceşêrê xwe li civaka jinê didin. Serdestên pergalê dizanin ger têkoşîna jinan bi ser bikeve, ew dê têk biçin. Lê belê em baş dizanin, ger jin têk biçe civakbûna mirov a temen dirêj dê êdî nikaribe li pêş vê pergalê li ber xwe bide. Ji ber wê, her hewldana jinê ya têkoşîna azadiyê bi wate û dîrokî ye.
Têkoşîna jinê dê diyarker be
Di encama têkoşîna dijber de, di sedsala 21’emîn de krîza pergalê ya avahiyê kûrtir bûye. Elbet têkoşîna jinan di vê rewşê de diyarker e. Bi taybet têkoşîna jinên kurd di çarêka sedsalê de bi lez gerdûnî dibe. Hele piştî têkoşîna jinê ya li dijî DAIŞ’ê, gel û dijberên pergalê Tevgera Jinê weke hêviyek mezin dibînin. Lewma her pêngava Tevgera Jinê pir girîng e.
Di salên dawî de Tevgera Jinê di her qadê de mohra xwe li bin pêngavên pir bi bandor da. Yek ji van pêngavan ku di bîr de maye, ji bo têkbirina kod û rolên zayendparêz a bi navê ‘Jin ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’ bû ku pêk hatibû û bandorek cidî li guherîna vizyonatêkildarî mijarê kir. Bi vî awayî hem di warê civakî, hem jî di warê siyasî û aborî de gav bi gav bendên zihniyetê hatin rûxandin.
Yek ji van pêngavan ku di rojeva me de ye, kampanyay ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ e. Ev pêngav hêja ye ku bi awayeke berfireh were nirxandin û fêm kirin. Ji ber wisa diyar e, kampanyaya herî berfireh a Tevgera Jinê ku armanca xwe înşaya civakî ye, ev e. Ji sernavê jî tê fêmkirin ku ev kampanya ji bo guherîn û azadiyê bang li jinan dike ku bikevin nav tevgerê. Lê belê ev tevger ne tevgerek siyasî ya rojan e û demî ye. Ev tevger tevgera înşaya civaka exlaqî û polîtîk e ku demdirêj e.
Di siyaseta demokratîk de rola jin
Baş e ji bo tevgera bîrdozî û siyasî, tecrubeya salan a têkoşînê veguhere zihniyetê, yanî bibe çand û jiyana civakî, divê çi bê kirin? Ev kampanya dê li bersivên vê pirsê bigere. Bi salan e hewldana înşaya civaka exlaqî û polîtîk di her astî de heye. Lê belê ji ber rewşa şer me nekarî giraniyê bidin avakirina avahiyê. Guhertinên heyî jî lewma mayînde nebûn. Ji ber vê jî ev xebat pir bingehîn û girîng e. Em dizanin ji bo avakirina civakê pêdivî bi hêzekê heye ku ew jî azadî ye. Elbet ev jî bi rêxistinkirina qada polîtîk pêkan dibe. Qada polîtîk di heman demê de qada azadiyê ye. Bi taybet di 20 salên dawî de tecrûbeyek cidî ya Tevgera Jinên Kurd a meclis, komun û kooperatîfan çêbûye. Lê bi vê kampanyayê divê ev pergal bi awayeke hûrgilî û kûr were destgirtin, li gorî pêdiviyên civakê were rûniştandin. Yanî di qada siyasî de qezencên jin û civakê divê mayînde bibin. Ji bo pergalbûna siyaseta demokratîk destkeftî wê bi vê kampanyayê gav bi gav veguherin avahiyên rêxistinî, ji xwecihî ber bi gerdûnî ve mezin bibe û xwe bigihîne eniya demokratîk a jinê. Pergala hevserokatiyê, hevjiyana azad dê kirdebûna jinê di siyaseta demokratîk de pêkan bike.
Yek ji rastiyên pir tê piştguhkirin, pirsgirêkên qada civakî ne. Pirsgirêk ew qas pir in, ewqas giran in ku civak li ber sikratê ye. Lê em tevgerek civakî ne û armanca hebûna me jî çareseriya van pirsgirêkan e. Ya rast ev kampanya tam dermanê vî derdê civakî ye. Ew çax ev tê bîra mirov ku bipirse, baş e di nava ewqas pirsgirêkan de, guherîna çi û ji ku guherîn dest pê bike? Em bêjin me guh da banga kampanyayê û em ketin tevgerê, girîng e em pêşî çi bikin?
Lazim e kes bêrêxistin nemîne
Em çavên xwe netirsînin, guherînên mezin bi gavên biçûk dest pê dikin. Bersiva vê ya pêşî elbet rêxistinkirina her jinekê û her mirovekê ye. Yanî divê tu kes, tu mal, tu gund û bajar bêrêxistin nemîne. Ji bo rêxistin bibe jî ma ne xala tevgerê divê. Nimûne mirov dikare bi rexne û sekna li dijî kod û rolên zayendparêz dest pê bike. ‘Jina malê, bermaliya malê, devê xwe bigire, kar bike, nefikire, zarokan bîne û xwedî bike.’ Ev û bi hezaran helwestên din dikevin vê çarçoveyê. Elbet guhertina van ne hêsan e, lê tevgera guherînê ku dest pê kir, dê weke pêlekê piraniyê bide ber xwe. Bi vî awayî ew avahiyên zilam avakirine, çanda zilamtiyê dê nikaribe di jiyanê de xwe li ber têkoşîna jinê bigire. Dibe ku hinek bêjin, ma çi bi van pênaseyan hatiye, hemû jî civakî ne û hinek jê ne xirab in. Na, her yek ji van pênaseyan kêliyek avêtiye kirasê koletiya jinê. Ji ber vê dema em gava pêşî ya fêmkirinê diavêjin, êdî em ji lêpirsîn û serîhildana li dijî vê xwe nadin paş. Bawer bikin azadî ji vir dest pê dike, yanî ji biryar û vîna guherînê. Yanî azadî ji me jinan dest pê dike. Ma ne her roj bi caran banga ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê guhê me, ha ji bo jin bibe jiyan û azadî tenê ber bi guhertinê ve gav avêtin di asta şoreşê de ye. Elbet hem di asta kesî hem jî di asta civakî de ev yek wisa ye. Bi vî awayî her guhertin dikare bibe gavek ber bi azadiyê ve. Piştî ewqas bedel, em jin êdî ji çi ditirsin, qet tiştek!
Li vir tiştek din pir girîng heye ku divê di bîra me de be. Em jin li dijî kod û rolên zayendparêz şer dikin, rast e, lê awayên van yên kevneşop û modernîst carnan ji hev pir dûr tên dîtin. Na, hem kodên kevneşop, hem jî kodên modernîst yên zayendparêz û dijberî hebûna jinê li me hatine barkirin. Ev her du jî rolên dijberî nasnameya azad in. Lewma divê ew qalibên jina kevneşop û modernîst ji binî werin guhertin. Ew sînorên van du civakan ji jinan re diyar kirine, divê werin hilweşandin. Ji ber vê ev kampanya dê bi taybet bi rêka perwerdeyê bihêle em jin vîzyona xwe biguherînin. Jina bedew çima li vîtrînan raberî me dikin? Ha ev kampanya wê bi me pîvanên xweşikbûn, azadî û estetîkê jî bide lêpirsîn û vegera gewher pêk bîne. Rast e, ev jî ne hêsan e û jê re xebatek hûr û kûr lazim e.
Huner hêza sereke ya guhertinê ye
Ger em jin dixwazin dema xwe azad bijîn, em ê dema xwe azad bikin. Azadiya demê jî bi yek lingê herêmî tenê nabe. Her gava guhertinê ji herêmî ber bi gerdûnî ve divê xwe mezin bike. Ev jî elbet tevnek a jinê ya gerdûnî di astê dîplomasiyê de pêwîst dike. Tevgera Jinên Kurd xwedî vê tevnê ye. Ne tenê potansiyel, di heman demê de pergal jî heye û bi gelek nimûneyan, wek Kobanê û Şoreşa Rojava xwe gihandiye asta cîhan ê. Ev pêngav jî dikare weke lêgerek a çareseriyê di asta gerdûnî de jî bi rola xwe rabe. Em weke tevgerek gerdûnî a jinê, bi qasî pêşwaziya pêdiviyên herêmî, dikarin li herêmên din jî hêviyên jinan pêşwazî bikin. Nimûneya vê ya herî serkeftî û hêja jî xebatên jineolojiyê û eleqeya jinên cîhanê ya ji zanista jinê re ye. Xebata înşaya civaka exlaqî û polîtîk di asta cîhanî de bi rastî pir bi kelecan e û tijî hêviye. Bi xebatên cur be cur ên kampanyayê em dikarin rojeva xwe û jinên cîhanê di çareseriyê de bikin yek.
Dîsa qadên çand û hunerê, parastin û aboriyê jî qadên pratîk ên vê hamleyê ne. Nimûne hûner hêza sereke ya guherînê ye. Ji me jinan re jî ev qad vekirî ne, ya mayî em xwe baştir rêxistin bikin û bigihînin her kesî. Dîsa parastin, aborî û hawirdor qadên giring ên ji bo guhertinê ne. Qadên jiyanê hemû qadên pêkanîna vê hamleyê ne. Tenê em bi ferqekê nêzî meseleyê bibin, ew jî ne muhendîsiya civakî, lê bi eqlê civakî avakirin girîng dibe. Ger em jin bikarin vê kampanyayê weke firsendekê binirxînin, nehêlin dibin siya rojevên din yên siyasî de bimîne, em ê hingê bikarin pergala jinê bihûnin. Ji bo vê, divê em bêjin ji guhertinê re amade ne an na. Divê em bêjin, ji azadiyê re erê, an na. Divê em bêjin, ez heme, an na. Yanî em ê biryara hebûn û xwebûna xwe bi gavek şoreşger pêşdetir bibin, an na. Ev kampanya derfetek girîng ji bo bersiva van pirsan dide.
Çavkanî: Newaya Jin / Gulistan ÇIYA ÎKE