Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê keşf kirine.
NASA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Peyka Lêkolînkirina Gerstêrka Wêdetir ya Derbas Dibe (TESS), li Komstêra Fînmasî (Dorado) li rêgeha xwe ya li “herêma ji bo jiyanê guncav” gerstêrkeke wêdetir ya bi qasî cîhanê mezin keşf kiriye.
Navê “TOI 700 e” li gerstêrkê hate kirin û hat diyarkirin ku bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e.