Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cuda yên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dan destpêkirin. Pêngav gav bi gav li Kurdsitan û seranserê cihanê berfireh bû. Li Stenbolê 78 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, di 28’ê cotmehê de bi navê “Banga Aştiyê” deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Her wiha li Amedê jî partiyên siyasî û komele jî di nav de nêzî 200 sazî bi navê “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga aştiyê” deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Di vê deklerasyonê de daxwazên wekî bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hene. Ji îmzevanên deklerasyona ku li Amedê hat ragihandin Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED’ê (MED TÛHAD FED) Emîne Kaya derbarê meşê de agahî da.
Hevserok Kaya diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û bêhiqûqîtiyên li wir li hemû girtîgehan belav bûne û êdî tecrîdê li ser malbatan dimeşînin û wiha got: “Girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan. Hema bibêje tu girtî ne li bajarê xwe ne. Dayikeke ji bo du zarokên xwe bibîne ji seriyekî welêt diçe seriyekî din. Du rojan rê diçe lê yekî tenê dibîne û yê din nabîne. Ma ev ne tecrîd e? Lewma ev tecrîd hem li ser girtiyan hem jî li ser malbatan tê meşandin. Dermankirina bi awayekî destkelemçekirî û lêgerîna li hundirê dev tê kirin. Hin girtî hene divê bên berdan, lê nayên berdan.”
Kaya, destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku girtiyan ji civakê qut bike û got ku neberdana Gultan Kişanakê jî rengvedana polîtîkaya tecrîdê ye.
Bi domdarî Kaya bilêv kir ku dewlet her ku diçe serobino dibe û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku serobino nebe, me deklerasyona ‘Banga azadiyê’ îmze kir. Belê, gelek mexdûriyet û pirsgirêk rû dan lê me rêxistinên civaka sivîl got ku ji xeynî çareseriyê tu rêyeke me tune ye. Madem ev yek bandorê li me dike, nexwe divê em gel çareseriya vê biafirînin. Lewma me îmzeya xwe danî bin deklerasyonê.”
Kaya, bilêv kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û wiha pêde çû: “Bêyî birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê ne pêkan e. Ji lew re gel birêz Abdullah Ocalan wekî muxatab dibîne.”
Kaya, ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin ev bang kir: “Em hemû rêxistinên civaka sivîl, kesên doza çareseriyê dikin û kesên aştîxwaz vedixwînin Meşa Gemlîkê. Em bawer dikin ku dê ev jî ji bo çareseriyê destpêkek be. Em bawer dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Gelê tirk jî tim behsa ‘biratiyê’ dike. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bi hev re veke.”