Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo kampanyaya ‘dema azadiyê’ piştgiriya navneteweyî

Kampanyaya ‘Dem hatiye’ ya ji bo azadiya Ocalan ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, hat destpêkirin, di asta navneteweyî de piştgiriyeke mezin werdigire

Navenda Nûçeyan

Lîsteya kes û saziyên ku mohra xwe danîne binê kampanyaya ‘Dem hatiye, azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanî ji aliyê însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ ve hat aşkerakirin. Lîsteya beşdarên kampanyayê li ser malpera înternetê ya înîsiyatîfê dikare bê peydakirin: (www.freeocalan.org).

Bi dehan sazî, bi sedan lêkolîner, akademîsyen, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstan mohra xwe danîn bin metna kampanyayê.

Înîsiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Bûyerên ku di salên dawî de diqewimin nîşan didin ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd gelek pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nikarin çareser bibin. Abdullah Ocalan ji bo kurdan ne tenê lîdereke û sembola azadiyê ye, di heman demê de ji bo demokratîkbûna herêmê û pêkhatina aştiyê yekane kes e ku bernameyeke berfireh pêşniyar dike. Piştî ku Abdullah Ocalan sala 1999’an hate revandin û li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate bicihkirin, gelê kurd û dostên wan li çar aliyên cîhanê ji bo çareseriya siyasî û wekhev a pirsgirêka kurd, ji bo bidawîkirina tecrîd û dîlgirtina wî têdikoşin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo afirandina welatekî demokratîk, azad û wekhev berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her kesî û wiha hat diyarkirin: “Em israr dikin ku Ocalan di mijara bidawîkirina tecrîdkirina gelê kurd û afirandina rewşeke aştiyane ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, dikare bi roleke sereke rabe.

Daxwaza me ya ji bo azadiya Ocalan, bi rêya pirtûkan digihêje derdorên siyasî û entelektuel ên cuda, bi zimanên cuda tên wergerandin û piştgiriya ji bo felsefeya wî zêde dibe. Banga me ya dawî ya ji bo azadiya Ocalan ji aliyê demokrat, parêzvanên aştiyê û aktîvîstan ve li çar aliyên cîhanê hate îmzekirin. Sedema vê yekê jî ew e ku fikirên wî di dil û mejiyê mirovan de deng vedidin.

Heta ku rejîma li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê hilweşandin û em bigihêjin armanca xwe, em bang li her kesî dikin ku vê daxwazê xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar