Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...
Pazar - 7 Temmuz 2024

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi şer, birçîbûn, nakokiyên navxweyî behêz bihêlin û bi hev bidin şerkirin. Ji bo vê yekê bikin jî li herêmê kaosê ava dikin. Ji bo karibin kaosê pêş bixin jî di serî de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kûr dikin. Cihê tecrîd lê hebe, kaos heye. Cihê tecrîd lê hebe şer heye. Cihê kaos û şer lê hebe, koçberî, talankirin, wêrankirin û birçîbûn heye. Qeyûm, sîxûrî, tacîz, tecawiz, tiryak, fihûş her tişt heye. Ji ber ku fikr û felsefeya rê li pêş van hemûyan bigire û ser wan ronî bike ji Zindana Îmraliyê dertê. Loma naxwazin ev fikra ronahiyê ji Îmraliyê belav bibe.

Dema îro em li pratîk û geşedanên li Kurdistanê pêş dikevin binerin em dikarin vê rastiyê bi hêsanî bibînin.

Rojnewsê di 2’yê tîrmehê de nûçeyek derbas kir. Di nûçeya Rojnewsê de tê gotin ku PDK’ê dawiya dawî Iraqê jî kir hevkarê dagirkeriyê. PDK ji bo karibe hikûmeta Iraqê bike hevkarê sûcê şer lîstikan amade dike. Li herêma Başûr şewatê pêş dixin û dixin stuyê PKK’ê. Lê derew piştî demekê derdikevin holê.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Iraqê Mîqdad Mîrî û Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî ku ser bi PDK’ê ye, li ser bûyerên şewatê yên di demên dawî de, daxuyaniyek hevpar dan.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir yê Iraqê Mîqdad Mîrî îdia kir ku kesên têkildarî şewata li herêmê hatine binçavkirin, girêdayî PKK’ê ne. Mîrî xwest şewatê têxe stuyê PKK’ê.

Piştre Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Karê Hundir ê Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî da zanîn du kesên hatin binçavkirin navê wan Huner Fexredîn Ehmed ku karmendê Yekîneya 70’ê ya ser bi YNK’ê ye, yê din jî bi navê Mihemed Necat Hesen e û efserê Dijî Terora Silêmaniyê ye.

Çawa ku di 22’ê tîrmeha 2015’an de dewletê li Serêkaniyê 2 polîsên xwe kuştin û xistin situyê PKK’ê û şerekî nû dan destpêkirin, niha jî dixwazin bi heman rengî hikûmeta Iraqê bikin hevkarê şerê xwe yê li Başûr.

Di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoya  diyalogê hebû. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêk çareser bibe pêşniyar dikirin û rêya çareseriyê nîşan dida. Li Tirkiyeyê hewaya aramiyê pêş ketibû. Ji ber hewa aramiyê pêş ket û HDP’ê navbênkarî dikir, HDP’ê di hilbijartina 7’ê hezîranê de bend derbas kir û bi hêzek mezin ket meclisê. Lê hikûmet ji bo vê hewaya aram xera bike, di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûkê rê li pêşiya komkujiya 33 ciwanên sosyalist vekir. Di 22’yê tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê polîsê xwe Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar di malê de qetil kirin. Piştî wê di 24’ê tîrmehê de plana têkbirinê xistin meriyetê û rê li pêş Rêveberiya Awarte (OHAL) vekir. Bi van buyeran deriyê Îmraliyê girtin.

Hêzên serdest û hegomon her çend bi destê Tirkiyeyê Rêber Ocalan tecrîd bikin û li herêmê kaos û qeyranê ava bikin jî êdî hemû gelê kurd û hemû gelên cîhanê li fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwedî derdikeve. Paradîgmaya Rêber Ocalan fêm dikin û diparêzin. Fikra wî ji bo xwe wekî rêya çareserî û xelasiyê dibînin. Ev rewş di salek dawî de pir şênber xuya dibe. Bi sedan welatên cîhanê îro fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe dikin rêber û li ser seminer, panel û konferansan li dar dixin. Ciwanên cîhanê li ser paradîgmaya Rêber Ocalan a Modernîteya Demokratîk konferansan pêk tînin. Girtiyên ku fikr û felseya wî ji bo xwe dikin rê û sedema jiyanê bi mehan in li zindanan li ber xwe didin. Malbatên girtiyan li ser vê bawerî û dozê her roj li ber girtîgehan çalakiyan li dar dixin. Li navenda Enqereyê çalakiyên mezin li dar dixin.

Dewlet û hêzên komploger vê xwedîderketina li fikrên Rêber Ocalan dibînin û ji bo vê yekê dixwazin kaosê û lîstikan belav bikin. Dixwazin şer kûrtir bikin.

Ji ber vê yekê divê êdî gelê kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn geşedanên çend salên dawî ji bo xwe baş analîz bike. Îro em karibin rast dîrokê bixwînin û li gorî wê helwestekê nîşan bidin, her çend lîstik û kaosan pêş bixin, her çend tecrîdê giran bikin jî, dê nikaribe encam bigire. Ji ber vê yekê divê hemû gelê li Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê, li dijî hemû lîstik û kiryarên qirêj dest bidin hev û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Bêtir axa xwe, warê xwe, çand, ziman û hemû nirxên xwe biparêze. Di vê pêvajoyê de çiqas parastina cewherî xurt bibe û yekîtiya gelan pêş bikeve, dê ew qas zû lîstik pûç bibin. Dê ew qas zû tecrîd bi dawî bibe û deriyên zindana Îmraliyê li girtiyan vebe.

Nûçeyên Têkildar