Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji bo kar diçin metropolan lê destvala vedigerin

Ji ber krîza aborî li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran ciwan bêkar in. Li Wanê ciwan ji bo di înşaetan de bixebitin diçin metropolên Tirkiyeyê kar nabînin û destvala vedigerin malê

Li welat her roja diçe krîza aborî kûrtir dibe û betalî zêdetir dibe. Karsaz ji ber krîza aborî karkeran ji kar derdixin. Li gorî daneyên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK); di nava salekê de hejmara welatiyên betal mîlyonek û 11 hezar zêde bûne û ev hejmar derketiye 4 mîlyon û 302 hezar kesan.

Li Wanê bi hezaran kes betal in, ji vê rewşê hikûmetê berpirs dibînin. Welatiyê bi navê Hikmet Maşallah ê bi mehane betal e, wiha gazincên xwe anî ziman: “Ez betal im. Dema ku nikarim nan bibim malê, di nava malbatê de acizî derdikeve. Em ne nezaninn. Ez 40 salî me. Sedema vê betaliya me jî hikumet e.”

Engîn Kiyak anî ziman ku dem bi dem diçe Stenbolê û di înşaetên de dixebite û wiha got: “Li tu derê kar tune. Ez nû ji Stenbolê hatim. Êdî kar rawestiyaye. Li her derê salonên okey û qehwexane tije ne. Pereyê kesekê nîne ku xwarin bixin. Loqante vale ne.”

Mehmet Alî Maşallah anî ziman ku her ku diçe pirsgirêkên der barê girantir dibin û wiha axivî: “Êdî kes nikare debara xwe bike. Ez weke karsazekî, êdî nikarim debara xwe bikim. Ez nikarim mûçeyê bidim xebatkarên xwe. Ev bi siyaseta tê birêveberin ve girêdayî ye. Ji ber vê ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.”

Adîl Kapakli jî, dest nîşan kir ku li vî bajarî hemû kes betal in û wiha got: “Kuçe û kolanên Wanê bi betalan tije ne. Ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar