Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo ku kurd vê sedsalê jî winda nekin divê aktorên kurd bi berpirsyarî tevbigerin’

Nivîskar û dîroknas Namik Kemal Dînç diyar kir ku aloziya li Rojhilata Navîn bi qasî talûkeyan, ji bo kurdan gelek derfet jî afirandî ne û wiha got: “Ger ku kurd derfetên heyî baş binirîxînin û yekitiya xwe ava bikin, dê bi ser bikevin. Kurd êdî nikarin sed saleke din jî winda bikin. Divê hemû aktorên kurdan bi berpirsiyariyeke dîrokî tevbigerin.”

Nivîskar û dîroknas Namik Kemal Dînç têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û helwesta kurdan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nacî Kaya re axivî.

Namik Kemal Dînç diyar kir ku ji bo gefên li ser Rojhilata Navîn divê li komkujiyên DAIŞ’ê jinêzve bên şopandin û wiha dom kir: “Di serî de êzdî û netew û baweriyên din, hemû bi tunekirinê re rû bir û man. Êzidî li Şengalê bi komkujiyên mezin re hevrû man. Her çiqas DAIŞ’ê niha aktîf nebe jî gelên qedîm ên li herêmê di bin gefan de ne. Ef gef dikare bi polîtîyakek û tifaqeke rast bên tunekirin.”

Di berdewamê de jî Dînç ev tişt anî ziman: “Kurd di Rojhilata Navîn de xwedî rolekî girîng in. Lê bi komkujiyê re rû bi rû ne. Ereb, faris û tirk ku xwedî hêzên serwerin, ev sed sal in li erdnîgariya kurdan dagirker in. Niha jî dixwazin bêstatûya kurdan bidome. Divê kurd li dijî vê nêzikatiyê bibin yek û bi tifaqa xwe re bersivê bidin. Hêzên navnetewî yên weke DYA, Rûsya û yên din li dijî êrîşên se Rojava bêdeng man. Ev bêdengî dikare weke piştgirî jî bê nirxandin. Lê li gorî min dê ev piştgirî heta dawiyê nedome.”

Aloziya di navbera DYA û Îranê de

Bi domdarî jî Dînç got ku li Rojhilata Navîn di her kêliyê de geşedanên girîng rû didin û wiha pê de çû: “Kes nizane bê ka dê ev geşedane çawa bisekinin. Aloziya di navbera DYA û Îranê de ji bo kurdan jî talûkeyeke mezin e. Lê di rewşa heyî de herî zêde dewleta tirk êrîşî kurdan dike. Jixwe armanca êrîşa Tirkiyeyê ya di 9’ê cotmeha 2019’an de, ji bo bêstatûhiştina kurdan bû. Naxwazin li wir yekitiyeke kurdan pêş bikeve. Dixwazin hemû maf û destkeftiyên kurdan asteng bikin. Li Başûr jî bi dagirkirina Qendîlê heman tiştî dike. Armanca li Başûr ne PKK, dagirkirina temamiya Başûr e. Operasyon û bicihbûna li Başûr di heman demê de li dijî Başûr gefeke mezin e.”

‘Bi qasî talûkeyan, derfetên mezin jî di destê kurdan de hene’

Herî dawî jî Dînç ev tişt anî ziman: “Bi qasî talûkeyan, derfetên mezin jî di destê kurdan de hene. Dê nekarin mîna sedsala berê kurdan di vê sedsalê de jî li derveyî hesaban bihêlin. Kurd ne kurdên berê ne. Birêxistinkirî û xwedî hişmendiyeke netewetiyê ne. Ji ber ku kurdan polîtîkayeke xwe bispêre sazîbûna siyasî bi pêş nexistine û pêwendiyên wan ên dîplomatî kêm in, nekarîn yekitiya xwe ava bikin. Lidarxistina kongreya neteweyî ji bo hemû kurdan girîng û hewcehiyeke bingehîn e. Hewldan hene lê hê jî tiştekî berbiçav nîne. Kurd êdî nikarin sed saleke din jî winda bikin. Divê hemû aktorên kurdan bi berpirsiyariyeke dîrokî tevbigerin. Ger kurd bi ruhekî neteweyî tevbigerin, gelek derfetên wan hene.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar