Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Ji bo kurdan niha tişta herî pêwîst yekitiya neteweyî ye’

Çavdêrê siyasî Kameran Mûstefa û endamê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê Rizgar Hemenûrî diyar kirin ku di serdema heyî de ji bo kurdan a herî girîng, avakirina yekitiya neteweyî ye. Mûstefa û Hemenûrî gotin ku divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û banga lidarxistina çalakiyan li gelê kurd kirin

Çavdêrê siyasî Kameran Mûstefa û endamê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê Rizgar Hemenûrî têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, ji RojNewsê bi Herêm Qadir re axivîn. Mûstefa û Hemenûrî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û destnîşan kirin ku divê berjewendiyên hemû kurdan bên parastin.

Kameran Mûstefa diyar kir ku li Rojhilata Navîn guhertinên girîng pêk tên û wiha domand: “Careke din di navbera dewletên bihêz de pêşpirk heye. Divê ji her demê bêhtir, kurd îro li xwe haydar bin. Divê bicivin û li ser xalên hevpar lihev bikin. Divê kurd baş bilîzin û nehêlin ku ne herêma Kurdistanê û ne jî aliyeke din ê siyasî yê kurd bikeve bin bandora hêzên derve.”

Divê kurd bicivin

Mûstefa daxuyand ku rewşa heyî metirsîdar e û wiha derbirî: “Divê aliyên siyasî li ser maseyekî kom bibin û yekitiyê gûftugo bikin. Gelê kurd li benda vê yekitiyê ye. Rewşa parçebûyî kurdan ji armancên wan dûr dixe. Divê temamiya welat bi hev re berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo bidestxistina hemû berjewendiyên kurdan, divê kurd bixebitin. Bi taybet jî bakurê Kurdistanê.”

Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê

Di berdewamê de jî Mûstefa bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha pê de çû: “Tirkiye jî beşek ji Rojhilata Navîne. Ya baş ew e ku em alternatîfên din bi afirînin. Nabe gelê kurd bêdeng rûne. Divê çi bi xwepêşandanan be û çi jî bi çalakiyên cuda be, divê dengê xwe derxînin. Ji ber ku dewleta tirk li ser hemû kurdan metirsiyeke mezin e. Bi taybet jî li ser gelê Bakur.”

‘Çalakî dikarin tecrîdê bişikînin’

Rizgar Hemenûrî jî got ku rizgarkirina başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bû hêviyek û wiha bi dawî kir: “Mixabin nakokiyên hêzên siyasî gelek caran bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Di vê serdemê tişta herî girîng, yekitiya kurdan e. Ji ber ku niha mijara kurdan di qonaxeke baş de ye. Ocalan bi awayeke ne heq, hatiye dîlgirtin. Tenê daxwaza mafê rewa yê gelê kurd dike. Ji bo rakirina tecrîdê rojane çalakî tên kirin û dê ev jî bandorê li ser şikandina tecrîdê bike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar