Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin

AMED |

Tora Ziman û Çanda Kurdî ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî hatibû avakirin, derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ku ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye îlankirin de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî Baroya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Tor daxuyaniyê bi kurmancî û kirmanckî da. Daxuyaniya kurmancî ji aliyê Endamê Torê Parêzer M. Emîn Aktar û ya kirmanckî jî ji aliyê Hidir Karataş ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Aktar pêvajoya îlankirina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî bi bîr xist û wiha got: “Em kurd jî wekî miletekî bindest, ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên netewî, doza azadiya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendiya parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî ji Ehmedê Xanî û Xaney Qubadî ve di nav kurdan de heye.”

‘Kend û kospên li ser ziman rakin’

Aktar qala hezker û xemxwarên di zimanê kurdî de jî ev tişt anî ziman: “Îro jî li ser şopa wan kesên nemir em doza azadiya çand û zimanê kurdî dikin. Zimanê me hê jî nebûye xwediyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e û gelek astengî li pêşiya zimanê me hene. Lewma jî divê zimanê me bibe xwediyê statûyeke fermî û hemû kend û kospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têbikoşin.”

Kurdên xwenas hewce ye tev li geşkirina ziman bibin

Di berdewama axaftina xwe de Aktar destnîşan kir ku ew weke endamên torê bi bîr û baweriyeke mezin hatine cem hev û wiha pêde çû: “Em ê bi vê bîr û baweriyê xebatê xwe bimeşînin. Di vê roja girîng de em bang li hemû kurdên xwenas dikin ku beşdarî vê têkoşîna parastin û geşkirina çand û zimanê kurdî bibin.”

Aktar herî dawî jî got ku dê îşev saet di 21:00an de bi hastaga #herrojkurdi li ser medya civakî rojevek bidine avakirin û bang li hemû kurdên ku medya civakî bi kar tînin kir ku vê hashtagê parve bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar