Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo kursiyên parlamentoyê UNAMI pêşniyar kir

Nûnertiya UNAMI ya li Iraqê, ji bo nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de a derbarê kursiyên pêkhateyên Parlamentoya başûrê Kurdistanê du pêşniyar kirin e.

Parlamentoya başûrê Kurdistanê sala borî, bi piraniya dengên parlamentoyê, temenê xwe ji bo salekê dirêjkiribû. Serokê başûrê Kurdistanê dema hilbijartina Parlamentoya başûrê Kurdistanê diyar kir ku biryare di 18’ê mijdarê de hilbijartinên dema şeşem werin li darxistin. Lê her du hêzên siyasî yên Başûr heta niha li ser şêwazê hilbijartinê lihevnekirine.

Serokê Fraksiyona Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê li Parlamentoya başûrê Kurdistanê Ziyad Cebar ji medyaya PDK’ê re ragihand, YNK’ê pêşniyar kiriye ku 4 kursiyên pêkhateyan li Silêmaniyê be û wiha got: “Di civîna dawî ya YNK û PDK’ê de, şandeya UNAMI’yê jî pêşniyara xwe pêşkêşî me kir û daxwaz kir ku 2 kursiyên pêkhateyan ku yek ji bo mesîhiyan û yek jî ji bo tirkmenan li Silêmaniyê be. Em li bendê ne ku PDK pêşniyara xwe ji bo civîn û guftûgokirinê pêşkeş bike. Lê eger li ser gotinên xwe israr bikin, ne YNK û ne jî tu hêzeke din a siyasî wê vê yekê qebûl nekin.”

Li gorî agahiyan, di civîna dawî ya roja 5’ê mijdarê de, Komîsyona Alîkariyê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) du pêşniyar pêşkeşî dezgehên hilbijartinan ên PDK û YNK’ê kiriye û daxwaz kiriye ku li Silêmaniyê kursiyek ji bo mesîhiyan û kursiyek ji bo tirkmenan destnîşan bikin û 9 kursiyên din jî li parêzgehên Hewlêr û Dihokê were veqetandin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya başûrê Kurdistanê Zana Mela Xalid ji medyaya partiyê re ragihand ku beşek ji pêşniyara UNAMI ew e ku hilbijartina kursiyên dawî bi yek bazineyî be û piraniya pêkhateyan jî bi vê pêşniyarê razî ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar