Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo lêkolînkirina êrîşa li Metînayê heyetek çû herêmê

Şandeyek hevpar a ji parlamentoya Bexda û Hewlêrê ji bo lêkolînkirina êrîşa li Metînayê ku di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn, berê xwe da herêmê

Navenda Nûçeyan |

Di 5’ê hezîranê konvoyek de dehan wesayîtên hêzên PDK’ê berê xwe da herêma Metînayê ku dewleta tirk a dagirker li vê herêmê êrîşan dike û gerîla jî li ber xwe dide. Dema ku konvoy ber bi noqteyên gerîla ve diçû teqîneke mezin pêk hat û di encama teqînê de 5 pêşmergeyên PDK’ê jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî bûyerê HPG’ê ragihandibû ku hêzên gerîla çekeke ku karibe wesayîta zirxî îmha bike bi kar neaniye û wiha gotibû: “Teqîna li vê wesayîtê mijareke hêjayî lêkolînê ye. Bi navê HPG’ê em pêwîstiyê pê dibînin ku bûyer ji aliyê heyeteke hevpar an jî serbixwe ve bê lêkolîn.”

Li gorî pisporan, dîmenên wesayîta zirxî ya ku bû hedef, nîşan dide ku êrîş ji hewayê ve pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şandeyeke hevpar a ji parlamentoya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê, wê li Metînayê lêkolînê bike.

Endamê Koma Goran ê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Şaxewan Reûf ku yek ji endamên şandeyê ye, got ku şande parlamentoya Iraq û başûrê Kurdistanê temsil dike.

Reûf diyar kir ku di nava şandeyê de endamên kom û partiyên pêwendîdar ên li herêmê hene û wiha got: “Em ê îro biçin Zaxo, Şeraniş û Batûfayê, sibe jî biçin herêma Amediyê. Di serî de cihê bûyera ku pêşmerge lê şehîd bûn, em dixwazin bibînin. Dema ku serdana me qediya, em ê raporeke hevpar amade bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar